'Dê civak bi perwerdeyê rizgar bibe' 2018-10-27 14:47:02   HESEKÊ - Endamên Dîwana Edaleta Civakî xebatên xwe yên 2 salan nirxandin û diyar kirin ku çi dibe bila bibe dê her dem ji bo parastina mafên jinan û aramiya civakê bixebitin.   Endamên Dîwana Edaleta Civakî xebatên xwe yên 2 salan li Hesekê nirxandin. Endamên Rêveberiyên Jinê, Sazî û Navendên Civaka Sîvî, Saziya Malbatên Şehîdan beşdarî nirxandinên xebata 2 salan bûn.   Endama Dîwana Edaleta Civakî ya Kantona Qamişloyê Nifûsa Hiso axivî û got:"Nirxên civakî bi salane ku li Rojava ji aliyê rejîma BAAS'ê ve dihat binpêkirin û mafên jinan nedihat parastin. Niha em di nava xebatên xwe de girîngiyê didin perwerdeya jinê û aramiya civakê. Ji bo ev zihniyeta baviksalarî ya bi salan biguhere divê jin û civak bên perwerdekirin. Dê civak bi perwerdeyê rizgar bibin. Her wiha di nava xebatên xwe de me girîngî da ewlehiya jinê û civakê."   'Em li dijî zewacên di temenê biçûk de derketin'   Nifûsayê wiha dewam kir:"Em li dijî zewacên di temenê biçûk de derketin. Ji bo zewacên di temenê biçûk de pêk neyê em her dem xebitîn. Hîn me hemû pirsgirêk çareser nekiriye lê ji bo pirsgirêk kêm bibe çi ji destên me bê em ê bikin. Komkujiyên ku li ser navê ol û namûsê li dijî jinan tê kirin pirsgirêkek civakî ya herî girîng e. Divê em hemû jin bibin yek û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê têbikoşin. Divê em jinê ji koletiyê rizgar bikin. Loma di vir de di nava xebatên xwe de me girîngî da têkoşîna hevpar. Têkoşîna hevpar rê li ber çareseriyan vedike."