Dayika Sewsen û lawê xwe bi hev re zanîngeh qedandin 2018-10-27 14:01:13   Gulan Botan   QAMIŞLO - Li Zanîngeha Rojava ji 700 şagirtan 119 kesî bi şahiyekê zanîngeh qedandin. Dayika bi navê Sewsen Ehmed Husên û lawê wê yê bi navê Raman Husên bi hev re zanîngeh qedandin.    Li Zanîngeha Rojava ya ku girîngiyê dide pirzimanî û pirçandiyê ji 700 şagirtan 119 kesî bi şahiyekê zanîngeh qedandin. Ya balkêş ew bû ku dayika bi navê Sewsen Ehmed Husên û lawê wê yê bi navê Raman Husên bi hev re zanîngeh qedandin.    'Zimanê dayikê rûmet e'   Sewsen Ehmed hestên xwe wiha anî ziman:"Perwerdeya bi zimanê dayikê gelekî girîng û pîroz e. Zimanê dayikê rûmet e. Ez gelek bextewar im ku min û lawê xwe me bi hev re zanîngeh qedandin. Hestên herî xweş ji bo min ev e."   'Ez ê heta dawî ji bo zimanê dayika xwe xizmet bikim'   Her wiha Raman Raman Husên jî da zanîn ku xizmeta ji bo zimanê dayikê rûmetek giranbiha ye û wiha got:"Ez gelek bextewar im ku min bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bi dawî kir. Ez ê heta dawî ji bo zimanê dayika xwe xizmet bikim."