Têkoşer Bêrîtan li Şengalê hat bîranîn 2018-10-27 12:36:58   Ehlam Hecî/-Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Bi boneya salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Şengalê civîn hat lidarxistin.   Bi boneya salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) Meclîsa Xanesorê li Şengalê civîn hat li dar xist. Di destpêka civînê de ji bo têkoşerên azadiyê rêz hat girtin. Di derbare jiyana jina têkoşer Bêrîtan de sînevizyon hat temaşekirin û axaftin hat kirin. Li ser navê Malbatên Şehîdan Meyan  Elyas got: "Di serî de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Îro salvegera şahadeta têkoşer Bêrîtan e. Şehîd Berîtan li dijî xiyanetê li berxwe da. Em ê heta dawî şopdarê doza wê bin û li têkoşîna wê xwedî derkevin."   Civîn bi dirûşmên "Şehîd namirin"," Bijî Serok Apo" bi dawî bû.