10 malbatan ji bo cenazeyên Goristana Xerzanê serlêdan kirin 2018-10-27 11:01:46   BEDLÎS - 10 malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, hatin Bedlisê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê dan.    Sala par di meha kanûnê de ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a girêdayî Bedlîsê 267 cenazeyên endamên PKK, HPG û YPG’ê bi hinceta “Testa DNA” bêyî agahiya malbatan ji goran hatin derxistin û şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Bi ser hilweşandina goristanê re 10 meh derbas bûn. Piştî cenaze birin ATK’a Stenbolê 61 roj şûn ve heta niha cenazeyê Dîlan Bîngol û Celal Ovme radestî malbatan hatibûn kirin. Li gel 10 meh bi ser derxistina cenazeyan re derbas bû jî lê hêj nimûneya xwînê ya ji bo DNA’yê ji malbatan nehatiye girtin.   10 malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, hatin Bedlisê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê dan. Malbatan pişti serî li dozgeriyê dan çûn Nexweşxaneya Dewletê û ji bo testa DNA minaka xwînê dan.