'Ez bûm şahida zilma li Efrînê' 2018-10-27 09:04:05   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jina bi navê Ezîma Osman a ku li Efrînê bû şahidê zilm û zordestiyê got:"Êdî kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê nayê tehemulkirin. Ez bûm şahida zilma li Efrînê. Divê cîhan li dijî vê zilmê bêdeng nemîne."   Ji ber zilm û zordestiya li Efrînê ku ji aliyê OSO'yê û leşkerên tirk ve pêk tê gelê li wir bêzar dibin û ji bo ewlehiyê û aramiyê derbasî Kantona Şehbayê dibin. Yek ji van mirovên ku derbasî Kantona Şehbayê bûye jina bi navê Ezîma Osman e. Ezîmayê dibêje:"Ji ber ku li Efrînê leşkerên tirk û çeteyên girêdayî wan pêkanînên dijmirovî pêk dianîn ez û malbata xwe jî derbasî Şehbayê bûn. Niha em li vir têkoşîna jiyanê didin."   'Çeteyan û leşkerên tirk zilim li hemû kesî dikir'    Ezîmayê wiha behsa pêkanînên leşkerên tirk û komên girêyî wan kir:"Dema ku ez û hevjînê xwe diçûn Gundê Kîmarê yê Navçeya Şêrewayê ku serdana xizmên xwe bikin, li wir leşkerên tirk û çeteyên wan me girtin û îşkence bi me kirin. Ji me 100 dolar pere xwestin lê ji ber ku bi me re tune bû me birin odeyek reş û xwestin ceylanê bidin canê me. Me jî ji mecbûrî telefona xwe da wan. Piştî ku em ji gundê Kîmarê xelas bûn em gihaştin gundê Kurzêlê û carek din em hatin girtin li wir gelek jin, mêr û yên temebilind hebûn. Hemû ji hev cuda kiribûn. Ji ber ku di telefona mêrêkî de wêneyên leşkerî hebû bi hemû hovîtiya xwe her cureyê îşkenceyê li wî kirin. Çeteyan û leşkerên tirk zilim li hemû kesî dikir."    'Gelê li Efrînê dijîn di bin zordestiyek mezin de ne'   Ezîmayê da zanîn ku gelê li Efrînê dijîn di bin zordestiyek mezin de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku em vegeriyan navenda Efrînê çeteyan mala me dorpêç kiribûn. Em neçûn malê. Çend roj şûnde em çûn û hevjînê min ji bo avê bigire derket derve û çeteyan ew girtin. Piştre xezûrê min ê 50 salî girtin. Piştî pênc rojan bavê hevjînê min berdan, lê bi hemû cûreyên işkenceyê nêzî wî bûbûn. Diranê wî û parsûyên wî şikandibûn.Piştre em ji zilma leşkerên tirk û çeteyên girêdayî wê reviyan em hatin Kantona Şehbayê. Dema ez li Efrînê bûm wekî ku ez di girtîgehê de bim. Ez qet ji hundir dernediketim. Li Efrînê mirovan direvînin, îşkenceyê bi wan dikin, fidyeyê ji wan digirin û tecawiz û tacîz ji aliyê çeteyan û leşkerên tirk ve pêk tê. Êdî kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê nayê tehemulkirin. Ez bûm şahida zilma li Efrînê. Divê cîhan li dijî vê zilmê bêdeng nemîne. Ji ber ku li Efrînê leşkerên tirk û çeteyên girêdayî wan pêkanînên dijmirovî pêk dianîn ez û malbata xwe jî derbasî Şehbayê bûn. Niha em li vir têkoşîna jiyanê didin."