'Jîneolojî avakirina jiyanek azad e' 2018-10-27 09:02:23   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Komisyona Jîneolojiyê Sîmav Sofî diyar kir ku Jîneolojî zanista civakê ye û got:"Jîneolojî avakirina jiyanek azad e. Divê di mijara Jîneolojiyê de mêr jî jin jî hestiyar tev bigerin. Çimkî Jîneolojî ji bo hemû jinan û civakê rêyek ronî nîşan dide."   Endama Komisyona Jîneolojiyê ya Bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê Sîmav Sofî anî ziman ku ji bo hişmendiya Jîneolojiyê li hemû cihan belav bibe ew têdikoşin û got:"Bi armanca avakirina nifşekî zana û bi ehlaq Jîneolojî girîng e. Em hewl didin ku hem jin hem jî mêr di mijara Jîneolojiyê de xwe pêş bixin. Heqîqet û famkirina Jînolojiyê heqîqet û famkirina jiyan û civakê ye."   'Jîneolojî zanistiyê pêş dixe'   Sîmavê di berdewamiya axaftina xwe de got:"Xwendekar bi dilxweşiyek mezin beşdarî dersên Jîneolojiyê dibin û feyzek mezin digirin. Nêrîna wan a jiyanê diguhere. Bi rêya Jîneolojiyê em hewl didin ku pirsgirêkên civakê çareser bikin. Loma pêdivî heye ku hemû kes Jîneolojiyê nas û fêm bike da ku jiyanek azad bê avakirin."   'Jîneolojî avakirina jiyanek azad e'    Sîmavê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jîneolojî wateya zanista jinê û famkirina xwezayê ye. Dema Jîneolojî bê naskirin dê jiyanek rast bê jiyîn. Ji bo wekheviyê û azadiyê pêwistiyek mezin e. Jînolojî avakirina jiyanek azad e. Em dixwazin her jin û civak li mafên xwe xwedî derkevin û ji koletiyê bên rizgarkirin. Jîneolojî rêya rizgariya ji koletiyê ye. Jîneolojî avakirina jiyanek azad e. Divê di mijara Jîneolojiyê de mêr jî jin jî hestiyar tev bigerin. Çimkî Jîneolojî ji bo hemû jinan û civakê rêyek ronî nîşan dide. Bi armanca avakirina nifşekî zana û bi ehlaq Jîneolojî girîng e. Em hewl didin ku hem jin hem jî mêr di mijara Jîneolojiyê de xwe pêş bixin. Heqîqet û famkirina Jînolojiyê heqîqet û famkirina jiyan û civakê ye."