ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-27 09:00:00   *Endama Komisyona Jîneolojiyê Sîmav Sofî diyar kir ku Jîneolojî zanista civakê ye û got:"Jîneolojî avakirina jiyanek azad e. Divê di mijara Jîneolojiyê de mêr jî jin jî hestiyar tev bigerin. Çimkî Jîneolojî ji bo hemû jinan û civakê rêyek ronî nîşan dide." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Ezîma Osman a ku li Efrînê bû şahidê zilm û zordestiyê got:"Êdî kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê nayê tehemulkirin. Ez bûm şahida zilma li Efrînê. Divê cîhan li dijî vê zilmê bêdeng nemîne."DÎMEN HEYE   *Piştî ku  li ser Efrînê êrîş pêk hat bi hezaran malbat bi darê zorê hatine koçberkirin. Jina bi navê Fewziye Bekîr a ku bû şahida  êrîşên li ser Efrînê ew roj  vegotin.DÎMEN HEYE   *Helbestvan Leyla Yarar a ku di 15-16 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û li dijî hemû zextan serî rakiriye got ku wê karê xwe dewrî ciwanan kiriye û divê ciwan xwe pêşve bibin.    *Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Eylem Tuncaellî diyar kir ku yek ji sedemên krîza ekolojîk a li Tirkiyeyê ee ku pirsgirêka ekolojiyê nebûye polîtîk û got: “Partiya Çep a Keskan an jî HDP, ne ji bo propagandayê ji bo parastina qada jiyanê tê. Divê em hêdî hêdî vê çareser bikin. Ev bi siyasîbûnê dibe.”DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş krîza tifaqa di navbera AKP û MHP’ê de nirxand û diyar kir ku her du partî di nokteya ferasetê de nakeve naqokiyan û wiha got: “Kes naxwaze parsela ku dikare bigire bide kesek din. Pevçûnek berjewendiyê ya wan heye. Lê di tifaqa wan de derizînek tune.”   *Jinên cotkar ên li gundên navçeya Pozanti dijî salek berê di Koperatîfa Jinan a Pozanti de hatin cem hev. Rêwitiya bi 7 jinan dest pê kir niha bi keda 25 jinî mezin dibe.DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweş Meles Tekîn, ku sewqî Edeneyê hat kirin, ji aliyê STE’ê rapora ku 5 meh şûnde hat amadekirin de hat gotin ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ Parêzerên Meles ya ku gelek nexweşiyên wê hene, der barê rapora hatiye şandin de îtîraz kirin û serlêdana berdana bi kontrol kirin.   *Ev 25 sal e çopa Amedê ya tê girtin li 800 metreyî dûrî gundê Keşîşlî ya girêdayî Qerejdaxê ye tê rijandin. Çopa tê rijandin bandorek mezin li ser jiyana gundiyan dike û gundiyan diyar kirin ku çopa tê rijandin rê li ber nexweş û mirinan vedike.DÎMEN HEYE