Li Bakurê Suriyeyê pergala perwerdeyê tê nûkirin 2018-10-26 14:52:26   NAVENDA NÛÇEYAN-Piştî lidarxistina konferansa zanîngehan li Bakurê Sûriyeyê rêveberiya zanîngehan gelek biryarên girêdayî pêşxistina rewşa zanîngehan çespandin. Her wiha avakirina nifşekî di hemû aliyan de temam, lê xala balkêş û cuda ya hemû zanîngehan ew e ku pergaleke nû di zanîngehan de hatiye avakirin û ew jî "pergala nirxandinê" ye.   Di vê qonaxa hestiyar de Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên girîng ber bi pêşxistina hemû aliyên perwerdeya, siyasî, leşkerî û hwd diavêje û niha zanîngehan bi rêxistin dike û qanûnên taybet ên zanîngehan çêdike.   Serkeftina perwerdeyê ji asta serkeftina xwendekaran diyar dibe. Ji ber vê yekê pergala nirxandinê beşeke sereke ji aliyên hînbûn û perwerdeyê ye. Pergala nirxandinê girêdayî naveroka çalakiya perwerdeyê û rêbazên ku di çalakiya perwerdeyê de tên meşandin û her du hev temam dikin dê pêk bên.   Armanc ji pergala nirxandinê ne jihevdûrxistina xwendekarên baş û nebaş e û ne xwendekarên serkeftî û ne serkeftî ye, lê belê armanca wê ew e ku asta xwendekaran were pêşxistin û kêmasî û şaşiyên heyî bêne çareserkirin. Lê rêbaza ku divê di nirxandinê de were meşandin ew e ku asta xwendekaran bi awayekî adil diyar bike.   Rêbazên ji bo naskirina asta xwendekaran tên meşandin bi giştî girêdayî tecrube û ezmûnên nivîskî, devkî û projeyan e û herî zêde rêbaza ezmûnên nivîskî û tecrubeyan tê bikaranîn. Lê ev rêbaz dihêle ku têkiliya di navbera xwendekar û mamosteyan de dogmatîk be (ango tenê girêdayî keda xwendekar di ezmûnan de). Ji ber vê yekê asta serkeftinê bi awayekî adil pêk nayê. Bêguman ev rêbaz girêdayî felsefeya rewşbûnê ye, nemaze rewşbûn jî rastî gelek rexneyan tê, ev rêbazên tên meşandin jî rastî rexneyan tên.   Ev rewş li pêşiya xebatên ku xwe dispêrin çanda giştî, jiyan û têkiliyên komînal dibe asteng û derbasî xebatên tekakesî dibin û ji xebatên komînal dûr dikevin û hewl didin karê xwe wek tekakesî bi pêş bixin.   Sîstema nirxandinê ku niha tê pêşxistin, qonaxên perwerdeyê ji hev qut nake. Mamoste têkildarî xwendekaran di hemû qonaxên perwerdeyê de ye ango ne tenê di qonaxa ezmûnan de. Mamoste di cih û dema guncaw de bi xwendekaran re alîkar e û xwendekaran ber bi serkeftinê ve dibe û mijarên perwerdeyê ji xwendekaran re bi rêya rêbazên afirîner zelal dike. Mamoste rêbazên wergirtina agahiyan ji xwendekaran re hêsan dike, ango ne bi wan dide ezberkirin.   Di dema niha de lêkolînên taybet ji bo guhertina sîstema ezmûnan di cîhanê de bi pêş dikevin. Her wiha têkoşîna civakê ji bo zanîngeh bê pere bin û ne li gorî sîstema ezmûnan bin, zêde dibe. Ev derfet di şoreşa Rojava de pêk tê û em dikarin sîstema nirxandinê bêyî ku pêdivî bi ezmûnan hebe, bidin meşandin. Zanîngehên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi rêya van pîvanên jêrîn serkeftina xwendekaran dinirxînin:   Têgihîştina agahiyê, nûnertiya çand û exlaqa modernîte   Her wiha pergala nirxandinê rojane pêk tê û mamoste hemû waneyên xwe bi xwendekaran re dinirxînin û asta têgihîştina xwendekaran dema beşdarbûna wan di waneyê de dinirxîne û çawaniya têgihîştina wan ji waneyê re.   Mijarên sereke yên di pergala nirxandinê de wiha ne:   * Berpirsyarî û pêkanîna kar û erkdariyan,   * Beşdarbûna di waneyan de û dewamkirina birêkûpêk,   * Afirînerî, pisporî û serkeftin,   * Xebatên li gorî pergal civakî û komînal,   * Têgihîştin û şîrove û bikaranîna zanyarî û agahiyan,   * Nirxandina dem û derfetan bi şêwazeke rasteqîn û berhemdar,   * Xebatên li gorî rêbaz, pergal û mentiqê ye.