Endama PM'a HDP'ê Nadiye Gurbuz serbest hat berdan 2018-10-26 14:14:47   STENBOL- Endama PM'a  HDP'ê Nadiye  Gurbûz dema ku ji bo îfadeya xwe bide  çû dozgeriyê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Piştî ku Nadiyeyê li  dozgeriyê îfadeya xwe da serbest hat  berdan.   Endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Nadiye Gurbuz dema ku duh ji bo îfadeya xwe bide çû dozgeriyê lê dozgerî bêyî ku îdadeya wê bigire Muduriyeta Emniyetê agahdar kir û hat binçavkirin. Nadiye piştî ku karê wê li Emniyetê derketina dervê welat lê hat qedexekirin û piştre jî hat berdan.