Li Şengalê Têkoşer Bêrîtan hat bibîranîn 2018-10-26 14:12:43   ŞENGAL - Bi boneya salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Şengalê merasîm hat lidarxistin.    Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da. Bi boneya salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ji aliyê Meclîsa Borik li Şengalê merasîm hat lidarxistin.    Endama Meclîsa Borik Meyan Xwededa derbarê salvegara Têkoşer Bêrîtan de axivî û got:"Em di şexsê Bêrîtan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Têkoşer Bêrîtan li dijî îxanetê sekinî û teslîmiyet qebûl nekir. Em têkoşer Bêrîtan ji bîr nakin û em ê her rêya wê ya bi rûmet bişopînin."   'Em ê her şopdarê rêya şehîdên xwe yên leheng bin'   Her wiha Endama Meclîsa Borik Nesîme Hecî jî axivî û got:" Ez di serî de bejna xwe li hember hemû şehîdan ditewînim. Heval Berîtan bi berxwedana xwe deng da û bû dengê hemû jinan. Em ê her şopdarê rêya şehîdên xwe yên leheng bin."