‘Li baroyan jî zîhniyeta serdest a mêr tê meşandin’ 2018-10-24 09:10:25   ENQERE - Parêzer Senem Doganoglu ya endama Koma OÇAV’ê ye diyar kir ku afmosfera siyasî ya Tirkiyeyê wek lijneyek giştî dijîn û wiha got: “Pêşnûmeya me li ser navê jinan da nehat xwendin û erêkirin. Lê di rêveberiya baroyê de divê dersên zayenda civakî bên dayîn, di alî rêbazên pîşeyî de di çarçoveya qedexeya newekhevî û zayendî de sererastkirin bê kirin.   Di serî de li Amed, Enqere, Stenbol, Îzmîr, Êlih û Edeneyê û gelek bajarên din baroyan lijneyên giştî pêk anîn û rêveberiyên nû ava kirin. Hilbijartina li Îzmîrê Koma Parêzerên Hevdem a Azadîxwaz (OÇAV) qezenç kir û li Enqereyê jî OÇAV’ê dengên xwe zêde kir. Parêzer Senem Doganoglu ya ji lîseya rêveberiya OÇAV a Enqereyê bû namzet encamên hilbijartina îsal nirxand.   Senemê êrîşa Parêzerên Netewperest û di Baroyê de Yekitî ya di lijneya giştî de ya li hemberî wan bibîr xist û got atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê di lijneya giştî de jiyane û destnîşan kir ku di baroyê de bi salane li dijî pergaleke serdest ya mêr têdikoşin. Semenê wiha berdewam kir: “Tifaqa parêzerên ulkucu-AKP’ê dengekî kêm girt. Baro jinan ji derve dihêle. Ne xwedî perspektîfek zayenda civakî ne.”   ‘Em ê li dijî pergala serdest a mêr têbikoşin’   Senemê her wiha bi lêv kir ku zirara zîhniyeta serdet a mêr di siyasetê de dimeşîne di baroyan de tê meşandin û bi lêv kir ku wê ew her tim li dijî pergala serdest a mêr têbikoşin. Senemê bi lêv kir ku ew wek parêzerên jin dizanin ku hilbijartinek newekhev pêk hatiye û got ew wê bi jinan re bên cem hev û nexşerêya xwe ya nû ava bikin.