'Perwerde bingeha jiyanek serkeftî ye' 2018-10-24 09:05:48   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC - Mamosteyên jin derbarê girîngiya perwerdeyê û bandora jinê ya li ser perwerdeyê de gotin:"Perwerde bingeha jiyanê ava dike. Divê di warê perwerdeyê de her dem xebat bên kirin. Bandor û rola jinê ya li ser perwerdeyê jî xwedî taybetmendiyek girîng e."   Piştî ku Minbic ji aliyê hêzên QSD'ê ve ji çeteyan hat rizgarkirin şûnde di warê perwerdeyê de jî gavên nû hatin avêtin. Di nava van gavên girîng de jinê jî cihê xwe girt. Di qada perwerdeyê de jinê mamoste yên ku kedê didin wiha gotin:"Ji bo perwerdekirina nifşên nû nêrîn, fikir û perwerdeya jinê girîng e. Perwerde bingeha jiyanek serkeftî ye û bingeha vê serkeftinê jî jin ava dike."   Mamosteya bi navê Zeyneb Muhemmed anî ziman ku rola jinê ya di perwerdeyê de gelek girîng e û wiha got:"Perwerde li malê ji dayikê dest pê dike. Zarok perwerdeya yekem ji dayikê digire. Ev yek di her aliyê jiyanê de bandorê li zarokan dike û di warê serkeftina zarokan de xwedî bandorek girîng e. Her wiha bandora zimanê dayikê ya li ser perwerdeyê jî gelek girîng e. Loma divê dayik di destpêkê de zimanê xwe hînî zarokên xwe bike."   'Keda mamosteyan girîng e'   Mamosteya bi navê Xedîr Sebar da zanîn ku perwerdeyek baş ji bo siberoja zarokan gelek girîng e û got:"Zarokên ku hem li malê hem jî li dibistanê perwerdeyek baş bibînin ew zarokana dê hîn serkeftî bin. Loma divê mirov girîngiyê bide perwerdeya mal û dibistanê. Di vî warî de peywira herî girîng dîsa dibe para dayikan. Her wiha perwerdeya ku li dibistana tê dayin divê di her awayî de têr û tije be. Ji ber ku keda mamosteyan girîng e divê mamoste jî keda wan pîroz bê dîtin."   'Perwerde bingeha jiyanek serkeftî ye'   Her wiha Mamoste Firyal Oso jî wiha got:"Zarok mamosteyên xwe jî mînak digirin. Loma divê mamoste di perwerdeya zarokan de rêbazek baş bişopîne. Dema ku rêbazek şaş bê şopandin ev yek dibe sedema pirsgirêkên gelek mezin. Ji ber ku bandora jinan hîn bêtir e loma divê wekî her qadê di qada perwerdeyê de jî jin rola xwe baş bilîze. Perwerde bingeha jiyanek serkeftî ye. Ji bo jiyanek baş divê em hemû di nava xebatek hevpar de bên gel hevdu. Perwerde bingeha jiyanê ava dike. Divê di warê perwerdeyê de her dem xebat bên kirin. Bandor û rola jinê ya li ser perwerdeyê jî xwedî taybetmendiyek girîng e. Ji bo perwerdekirina nifşên nû nêrîn, fikir û perwerdeya jinê girîng e. Perwerde bingeha jiyanek serkeftî ye û bingeha vê serkeftinê jî jin ava dike."