HDK: Ne erdhej pergala rantxur a kapîtalîst dikuje 2018-10-23 13:57:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Lijneya Rêveber a HDK'ê bi minasebata 7'emîn salvegera erdheja li Wanê daxuyanî da û bal kişand ser pergala rantxur a ku li bajaran ji aliyê kapîtalîzmê û sermayedaran ve tê pêşxistin.   Lijneya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) , derbarê 7'emîn erdheja li Wanê ya 23'ê Cotmeha 2011'an de pêk hat ku navenda  wê Erdîşê bû daxuyaniyek nivîskî weşand. HDK'ê di daxuyaniya ku bi sernavê "Ne bûyerên xwezayî, sersarî dikuje. Ne erdhej pergala rantxur a Kapîtalîst dikuje" de ji malbata kesên ku jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest.   'Hikûmet ji gel re guhê xwe girt'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî erdhejê ji aliyê saziyên sivîl ve hatiye xwetin ku bajarê Wanê bikev çarçoveya karasetê lê ev daxwaz jî hatiye redkirin û wiha hat gotin: "Di vê serdemê de kesên li Wanê xaniyên wan hilweşiyan koçber bûn û hinek ji wan jî di barê ji konan û konteyniran de hatin bicihkirin. Avahiyên TOK'yê ku ji bo herdhejzedeyan hatin çêkirin li gel ku ne li gorî çanda bajêr û jiyana xwezayî bûn jî bi buhayeke zêde firotin gel.  Gel di mijara dayîna takstê van xaniyan de hîn jî zahmetiyan dikirşînin. Dîsa di bedêla ku deynê bacê yê esanafan bê jêbirin ji bo 5 salan hat taloqkirin. Sala 2018'an jî di nav de gel di warê dayîna taksîtên tokî û esnaf jî di warê dayîna bacê de  gelek zahmetiyan dikişîne."   'Sermaye bû mekanê komkirinê'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bajar li gorî polîtîkayên kapîtalîzma lîberal tên dizaynkirin û ev tişt hat gotin: "Mekanên ku ji bo gel cihê bikaranînê bûn, ji bo sermayeyê veguherîn cihê guhertinê  û bi vê re çavkaniyên xwezayî ku mîrasa me ya çandî ne hatin tunekirin û bûn mekanê komkirinê yên sermayeyê."   Di daxuyaniya HDK'ê  de hat diyarkirin ku ji bo bûyerên xezayî venguherin kerastê, divê ku li gorî xwezayê jiyanek ekolojîk bê avakirin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: "Ji ber vê divê ne polîtîkayên ku nirxê bajar û derdorê yê guhertinê bên pêşxistin divê ku yên nirxê bikaranînê esas diigirin bên pêşxistin."