Saziya Malbatên Şehîdan li Hesekê daxuyanî dan 2018-10-23 13:16:00   HESEKÊ - Saziya Malbatên Şehîdan bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî li Hesekê dan.   Saziya Malbatên Şehîdan bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî li Til Temir a Kantona Hesekê dan .   Daxuyanî wiha ye:   "Em dagirkeriya dewleta tirk a li ser Efrînê û tecrîda ser rêber Apo bi tundî şermezar dikin , îro komployek li dijî gelê bakurê sûriyê tê meşandin, ji ber wê jî em dikarin bêjin ku komploya li ser Efrînê berdewamiya komploya li ser rêber Apo ye. Em wekî saziya malbatên şehîdan a bajarê Til Temirê berxwedana gelê Efrînê silav dikin û em dibêjin bi yekîtiya gelê bakurê sûriyeyê Efrîn ew ê bi ser bikeve û rêber apo azad bibe."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû .