Nobeda 'Azadî ji Ocalan' re ji aliyê TJK - E'yê ve hat dewrgirtin 2018-10-23 10:57:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeda bê dem a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, dewam dike. Çalakgerên vê hefteyê endamên Komîteya Qada Civakî ya TJK-E'yê ne.   Nobeda 'Azadî ji Ocalan' re ku şeş sal û nîv e li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, dewam dike. Koma ji Marsîlyayê nobed dewrî endamên Komîteya Qada Civakî ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) kir. Endamên komîteyê jî danxuyaniyek dan û diyar kirin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê her li qadan bin.   Di berdewamiya  daxuyaniyê de hat ragihandin ku Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) di mijara Abdullah  Ocalan de bi erk û berpirsyariya xwe ranebûn û ev tişt hat gotin, "Ji ber tenduristiya Rêberê xwe em gelekî bi fikar in. Qedexekirina hevdîtina malbatê û parêzeran a pê re, ne tiştekî ku bê qebûlkirin e."   Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewropa û CPT hate kirin, ku tavilê bi berpirsyariya xwe rabin. Endamên TJK-E'yê bang li jinên kurd, şoreşger, demokrat û alîgirên mafên mirovan ên li Ewropayê kirin ku ji bo azadî û ewlekariya Abdullah Ocalan xwedî li çalakiyan derkevin. Çalakgerên jin wê heta roja Yekşemê ji bo azadiya Ocalan nobedê bigirin. TJK-E û pêkhateyên wê mehê herî kêm hefteyekê tevlî nobeda 'Azadî ji Ocalan re' dibin.