Bersiva ji bo serlêdana girtiyan: Hat lêkolînkirin, binpêkirin tune ye! 2018-10-23 09:07:02   Safiye Alagaş   STENBOL - Parêzer Mîne Akarsu ku di qada Têkiliya Jinan a CÎSST de dixebite, diyar kir ku ji bo serlêdanên ku ji bo binpêkirinên li ser girtiyan kirine, her carê rastî bersiva ‘lêkolîna pêwist hatiye kirin’ an jî ‘binpêkirin nehatiye dîtin’ hatine û got der barê rewşa girtiyên nexweş de jî tu tiştek nehatiye kirin.   Parêzer Mîne Akarsu ku di qada Têkiliya Jinan a Komeleya Civakên Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CÎSST) de dixebite rewşa girtiyên nexweş nirxand. Mîneyê diyar kir ku ji ber zêdebûna hejmara girtiyan jiyan li wir gelek zehmetiyan dikşînin û ha berdewam kir: “Di pêvajoya OHAL’ê de wek saziya civaka sivîl serlêdanên me kirin hemû bê encam man. Girtiyên jin zêdetir zehmetiyan dikşînin. Di nava van de girtiyên rewşa wan giran hene.”   ‘Bersiva serlêdanan hemû wekhev in’   Mîneyê got bi şerda daxwaza girtiyan bigirin, serî li Midûriyeta Giştî ya Malên Tevfîk û Cezayê, Wezareta Dadê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê dane û wiha got: “Bersivên me girtin wekhev bûn. Pir kêm gotin ‘binpêkirin heye’ an jî ‘sewq nayê kirin’. Lê mixabin tabloya giştî ‘lêkolîn hat kirin tiştek nehat dîtin’ bû.”   Serlêdan herî zêde ji girtîgehên Tarsus û Elezîzê ne   Mîneyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku herî zêde ji girtîgehên Tarsus û Elezîzê serlêdanan digirin û di şerdên girtîgehê û sewqkirinê de pirsgirêkên cidî dijîn. Mîneyê ev tişt bi lêv kir: “Li girtîgehan girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Mînak Mevlude ya li Îzmîrê dimîne neqla gurçikan derbas kir. Nexweşa diyabetê ye. Ji sedî 80 rapora wê ya astengdariyê heye. Hemû sedemên ku taloqkirina ceza dide pêş dihewîne. Lê bi israr nayê taloqkirin. Fatma Erez a li girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê dimîne jî nexweşa Skolyoz e. Di serê cotmehê de roja emelyatê danê. Lê bi hinceta odeyên li girtîgehan tije ne hat taloqkirin. Malbata wê li bajarekî dine. Hatibûn wir. Lê neçar man dîsa vegerin. Girtiya bi navê Halîme Acar a 70 salî jî li girtîgeha Elezîzê ye. Serlêdan ji bo me hat kirin ku teşîsa şaş kirine û dereng mudaxale kirine. Her wiha di sewqkirina nexweşaneyê de jî pirsgirêkên cidî dijîn. Li girtîgeha Tîpa E a ya Erziromê jî Fatma Ozbay ya nexweşa pençeşêrê ye heye. Ew jî di rewşek giran de dijîn. Her wiha me agahî girt ku jinek ku nexwestiye navê xwe bide û nexweşa Hepatît B jî li girtîgehê xwestiye wek karker bixebite û wê di çopê de didin xebitandin.”