Rojnameger Nalîn ji ber nûçeya ku çêkir hat tehîdîtkirin 2018-10-22 15:38:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamger Nalîn Oztekîn a ku derbarê kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Sfîturk ê ku di encama êrîşa bombeyî de mir, li ser nakokiyên di dosyaya doza wî de, gûmanên birayê wî yên li ser bûyerê û daneyên parêzrê bersûcan de nûçe çêkir, bi telefonê ji aliyê kesê navê wî nehat zanîn ve hat tehdîtkkirin.   Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Sfîturk ê ku di heman demê de wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrika Merdînê hatibû kirin di encama bombeya ku di odeya wî de hat teqandin di 10'ê Mijdara 2016'an de mirbû. Nuçegîhana Arti Gerçekê Nalîn Ozturk a ku doza derbarê bûyerê ku li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê tê diîtin ku 15 kes jê tên darizandin, aftinên bavê bersûc Şerîf Mesutoglu, nirxandina parêzerê bersûcan Hatîp Mercan ên derbarê bûyerê de kirin nûçe ji aliyê kesê nasnameya wî ne diyar ve bi telefonê hat tehdîtkirin.    Kesê bi riya telefonê û bi nûmareya veşarî nalîn tehdît kir ji Nalînê re got, "Tişta tu dinivîsî bi baldarî binîvîse, em ê tiliyên te bişkînin."