Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin binçavkirin kir 2018-10-19 17:14:33   AMED - Di operasyona li 9 bajaran pêk hat de ku navenda wê Amed bû 142 kes hatibûn binçavkirin. Dozgerî li dijî berdana hin kesan derket û îtîrazî dadgeha bilind kir. Hat zanîn ku li ser îtîrazê ji 2 kesan zêdetir biryara girtinê wan hat dayîn.   Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê operasyona li 9 bajaran pêk hat ku navenda wê Amedê bû polîsan bi ser nêzî 200 navnîşanan de girtibû û der barê 151 kesan de biryara binçavkirinê derxist. Ji 151 kesan 142 kes hatin binçavkirin. Rojnameger Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal, Cîhan Olmez û Mehmet Akdogan jî di nav de ji 142 kesan hin ji wan li emniyetê û hin ji wan jî li dadgehê hatibûn berdan. Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Memhmet Şerîf Çamçi jî di nav de 25 kes jî hatibûn girtin.    Dozger xwestibû hin kes bên girtin, lê bes dadgehê ew berdabûn. Dozger ji bo ev kes dîsa bên berdan li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê re gilî kir. Dadgehê jî der barê aktîvîsta TJA'yê Derya Aslan û Emrullah Kaplan de biryara girtinê da û girtina kesên din red kir. Piştî dadgehê biryara redkirinê da, dozger vê carê ji bo ew kes bên girtin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê gilî kir. Ji ber saeta kar xelas bû nehat zanîn ku dadgehê der barê çend kesan de biryara girtinê daye.