HDP'yê bi gelê Farqînê re hatin gel hev 2018-10-19 16:24:29   AMED - Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta pê re li Farqînê bi gel re hatin gel hev û derbarê hilbijartinên herêmî de nirxandin kirin.   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û rêveberên Bajarê Amedê yên HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên bi gel re li navçeya Farqînê ya Amedê bi gel re hatin gel hev. HDP'yiyên ku ji Amedê bi konvoyekê ketin rê li Farqînê bi gel re  serdana esnafan kirin. Piştî serdana esnafan a girseyî Sezaî Temelî li navedna sûkê ji gel re derbarê geşedanên dawî de   nirxandin kir.    Sezaî derbarê hibijartinên herêmî yên ku wê di dema pêş de bên kirin de nirxandin kir û bal kişand ser qeyûmên ku tayînî şaredariyan hatin kirin. Sezaî wiha got: "Ev qeyûm makîneya sûc in.  Eraziyên şaredariyan pêşkêjî alîgirên xwe kirin .Ew bi sûcdarkirina me re dixwazin ku sûcê dikin veşêrin. Tiştên ji me hatine xespkirin em ê paşve bistînin. We ev şaredarî deyndar kirin. Hûnê van deynan bibin saraya li Enqereyê. Em ê ji çar hêlan ve bên gel hev."   HDP'yiyên ku piştî daxuyaniyê serdana esnafan berdewam kirin, çûn serdana avahiya HDP'ê ya li Farqînê jî û ji navçeyê veqetiyan.