Selamet Mat di daneşîna yekem de hat tehliyekirin 2018-10-19 13:11:26   ŞIRNEX - Selamet Mat a ku li Cizîrê di meha Tîrmehê de hat binçavkirin, di daneşîna yekem de hat tahliyekirin.   Jina bi navê Selame Mat ( 56) ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê  di çarçoveya operasyona hat kirin de di 5'ê Tîrmehê de hat binçavkirin û hat girtin di daneşîna 1'em a doza derbarê wê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin de hat tahliyekirin. Daneşîna ku serê sibehê dest pê kir bi parastinê berdewam kir. Selamet a ku bi îdaya "Endama rêxistinê" û "Propagandaya rêxisitnê kiriye" dihat darizandin, li daneşînê amade bû. Li diî biryara  berdewamiya girtinê ya deraberê Selametê de dozger biryara tehliyekirin da.   Selamet a ku hat tehliyekirin bi pirsgirêkên xwe yên tendirûstiyê ku dema rakiribûn nexweşxaneyê 4 rojan kelepçekirî hatibû dermankirin ketibû rojevê.