Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz hat binçavkirin 2018-10-19 11:25:06   İZMÎR - Tîmên tevgera taybet duh li Îzmirê bi ser gelek malan de girtin û di navde Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmirê Medine Kaymaz jî heye 13 kes binçav kirin.    Yekîneyên tîmên taybet duh serê sibê li Îzmir û navçeyên wê bi ser gelek malan de girtin. Polîs û tîmên taybet ku bi ser malan de girtin, li malan lêgerîn kirin û di encamê de Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz jî heye 13  kes binçav kirin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin, bi sedema di konferansa Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya 7'e Cotmehê de axivine hatine binçavkirin.   Herwiha hat ragihandin ku  kesên hatine binçavkirin lêpirsîna wan bi dawî bûye û li bendê ye ku îro sewqî edliyê bên kirin.