Qeyyûmê payîzavayê 30 mîlyon li parkekê serf kiriye 2018-10-19 09:25:47   Zeynep Durgut   WAN - Li Kurdîstanê her ku qeyyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatine kirin û şûnde pêkûtiyên wan naqedin. Qeyûmê tayînî Şaredariya Payizavayê hatiye dikrin diyar kiriye ku wî 30 mîlyon TL ji bo binesaziya navçeyê serf kiriye.  Têkîldarî lêçûna qeyûm a 30 milyon TL Hevseroka Şaredariya Payizavayê Yildiz Çetin a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin nirxandin kir.    Piştî ku qeyyûm tayinî şaredariyên DBP'ê hatin kirin  şûnde li Kurdîstanê pêkûtiyên wab berdewam dikin. Xebatên ku di dema şaredariyên DBP'ê de hatibine kirin qeyyûm yek, yek bi yek wekî xebatên xwe servîs dikin. Li navçeya Payîzava ya Wanê qeyyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin diyar dike ku wî  30 mîlyon TL ji bo parkan serf kiriye. Têkîldarî xebatên qeyyûm Hevseroka Şaredariya Payizavayê Yildiz Çetin a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin anî ziman ku 30 mîlyon têra guhertina bajarekî mezin dike û got ku qeyûman tunekirina projeyên wan ji xwe re kirine armanc û wekî xebatên xwe didin nîşandan.    'Qeyûm bi polîtîkayên xespkirinê tevdigerin'   Yildizê di axiftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qeyyûm û ên tayînî şaredariyan hatine kirin  û wiha got ;" Ev 2 sal in qeyyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatine kirin. Armanc ew e ku bi polîtîkayên qeyyûman hişmendiya xwe di nava gel de  ji nû ve ava bikin. Bi polîtîkayên xespkirinê ew ê nikaribin van xebatên xwe bi gel bidin qebûlkirin. Gel van polîtîkayan ji nêz ve  dişopîne. Helwesta qeyûman keda me û projeyên me hedef digire. Me li navçeyê qadek çêkiribû. Ev qad li gorî taybetmendiyên navçeyê hatibû çêkirin. Ji kevirên xwezayî û li gorî xwezaya navçeyê hatibû çêkirin. Ev qad ji aliyê qeyyûm ve hat hilweşandin û li cihê wê qada ji betonê hat avakirin.  Bi alîkariya alîgerên xwe ev qade çêkirin. Projeyêk me ya riya dûçerxan a bi ber cihê dîrokî şamranê ve hebû. Qeyûm ew jî wekî xebata xwe servîs kir."    '30 milyon li kîdera navçeyê serf kiriye'   Yildizê bi lêv kir ku  qeyyûm ji tunekirinê zêdetir xîzmetek din nake û got ku 30 mîlyon pere li kîdera navçeyê serf kiriye û wiha axivi;"Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyê hat kirin, rêya ajotina bîsîkletan ku me çêkiribû hate rakirin û li navenda bajêr ji nûve hat çêkirin. Bi cih guhertina vê projeyê re esnaf jî bêzar bûne û riyatrafîkê jî hatiye girtin û serobin bûye.  Bi van projeyan dixwazin binesaziya navçeyê a dîrokî biguherînin. Bi 30 mîlyonan TL dikare bajarek ji nû de bê avakirin. Li Xoşabê me bi heman projeyê  park û gelek qadên hêşinahî çêkirin. Ew perqa ku me çêkirî bi giştî 2 hezar TL me lê serf kir. Lê niha ew perqa ku qeyyûm çêdike aîdî DSI'yê ye û ev proje jî me amade kiribû. Lê DSI' yê ev projeya me red kir. Robar bû ji ber wê neda me. Piştî me DSI ew projeya me da qeyyûm.  Ji bo wê derê 30 mîlyon pere hatine mezexkirin. Ev bi kîjan wîjdanê çêkirin? Bi kîjan aqlî 30 mîlyon hatine mezextin?"   'Dema ku ew roj hat ew ê gel hesap bipirse'   Yildizê daxuyand ku qeyyûm bi projeyên li dijî xîzmetê gel mexdûr dike û got ku gel dê hesab bipirse û wiha pê de çû;" Li aliyekî qeyyûm mîhrîcanan li dar dixîne û ji xeyrî taybetmendiyên navçeyê her tiştek anî mîhrîcanê. Lê yên me  xebatên me yên mîhrîcanê bi giştî ji bo ku teybetmendiyên navçeyê em bidin naskirin bû. Ger ku mîhrîcanên li gorî xweza û erdnîgariya navçeyê pêk hatibûna dê bi wate bûna. Lê mixabin qeyyûm ji derve pehlîwanan tîne û bi vî awayê pereyê gel li gor kêfa xwe serf dike. Ev ne polîtîkayên  rast in.  Di heman demê de qeyûm bi projeyên xwe yên ku di bin navê xebatê de pêk tîne mîmariya binesaziya navçeyê diguherîne. Li ser arsa û erdên gel li gorî xwe avahiyan înşa dikin û gel mexdûr dikin.  Lê haya gel bi her tiştekî heye. Gel dizane ku çiqas pere ji  van perqan û mîhrîcanan re hatine serfkirin. Em van agahiyan ji gel dibihîzîn. Gel her quruşekî  dişopîne. Mafê tu kesî nîne ku pereyê gel bixwe. Gava ku  roj hat û hilbijartinên herêmî ji nû de bên kirin ew ê gel hesap ji qeyûman bipirse."