'Jina ku xwe perwerde neke nikare dîroka xwe nas bike' 2018-10-19 09:23:02   Lîlav Elî   ŞEHBA - Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Şehbayê ji bo 25 jinî perwerde dest pê kir. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn diyar kirin ku kesên ku ji perwerdeyê qut bibin ji civakê jî qut dibin û gotin:"Bi perwerdeyê nirxên civaka xwezayî bêtir tê parastini û jina ku xwe perwerde neke nikare dîroka xwe nas bike. Ji bo naskirina dîrokê û parastina nirxên civakî divê em girîngiyê bidin perwerdeyê."   Yekîtiya Jinên Ciwan li Akademiya Şehîd Perwer a li Kantona Şehbayê tevî hemû zehmetiyan û derfetên kêm ji bo 25 jinî perwerdeya xweser da destpêkirin. Di perwerdeyê dê dersên wekî Jîneolojî, girîngiya perwerdeyê, çan, ehlaq, dîroka jinê, dîroka Kurdistanê, birdoziya rizgarkirina jinê, rastiya Abdullah Ocalan, şerê taybet ew ê bê dayin. Têkildarî mijarê de Endamên Jinên Ciwan gotin:"Jinên ku bi salan e ji perwerdeyê tên dûrxistin, tên çewisandin û wekî kole tên dîtin divê bi perwerdeyê xwe pêş bixin. Li Şehbayê li ser esasên fikrên Rêber Apo em perwerde dibin û em gelek kêfxweş in."   'Perwerde qansî nan û avê girîng e'   Endama Jinên Ciwan Zêneb Hemo kêfxweşiya xwe ya tevlîbûna perwerdeyê anî ziman û wiha got:" Ji bo ku jin dîroka xwe nas bike, di nav civakê de rolekî girîng bileyize, xwe ji zihniyeta baviksalerî rizgar bikedi sala 2005 an de bi berhema fikir û felsefeya Rêber Apo pirtûka "jinolojî" derket, em jî îro wek jinên ciwan ji bo ku heqîqeta xwe nas bikin em li ser esasên fikrên Rêber Apo û pirtûka "jinolojî" xwe perwerde dikin. Her wiha ji ber ku kapîtalîzm bandorek mezin li ser ciwanan dike perwerdeyek bi vî awayî gelekî girîng e. Rêber Apo her tim dibêje "perwerde, perwerde, perwerde" Em jî wek Jinên Ciwan ji bo ku civakek azad ava bikin emê her tim xwe perwerde bikin, perwerde wê wek nan û av di jiyana meda be. Perwerde qansî nan û avê girîng e. "    'Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin'   Di dawiyê de Zêneb wiha got:" Ji ber ku Rêber Apo dibêje "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwanitî bi ser bikevin"em ê wek jinên ciwan heta dawiyê li ser Fikir û Felsefeya Rêber Apo xwe perwerde û rêxistin bikin. Civaka xwe azad bikin û her jinek ku bi koletiyê re rû bi rû dimîne rizgar bikin."   'Tevî rewşa koçberiyê jî em ê xwe perwerde bikin'   Di heman demê de  Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Navçeya Ehrezê Emîne Ramadan Xelîl da xuyakirin ku ji ber jin ji mafê xwe yê perwerdeyê tên qutkirin civak azad nabe û got:"Ji bo em jiyana xwe bi rêxistin bikin û ji bo jiyanek azad û aram perwerde şerd e. Tevî rewşa koçberiyê jî em ê xwe perwerde bikin. Serok Apo dibêje 'Dema jinek tenê jî azad nebe civak jî azad nabe' em jî li ser vê gotina Rêberê xwe felsefeya wî û fikrên wî esas digirin û xwe perwerde dikin. Em dibêjin em ê jin û civaka ku di bin bandora kapîtalîzmê de mane rizgar bikin."   'Jina ku xwe perwerde neke nikare dîroka xwe nas bike'   Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê Ferîde Nasen anî ziman ku perwerde wek nan û av e, dema jin xwe perwerde neke nikare dîroka xwe nas bike û wiha got:" Di nav plansaziya Yekîtiya Jinên Ciwan tiştê sereke perwerde bû. Hatibû diyarkirin ku divê mehê carekê endamên Jinên Ciwan bên perwerdekirin. Bi perwerdeyê nirxên civaka xwezayî bêtir tê parastini û jina ku xwe perwerde neke nikare dîroka xwe nas bike. Ji bo naskirina dîrokê û parastina nirxên civakî divê em girîngiyê bidin perwerdeyê. Jinên ku bi salan e ji perwerdeyê tên dûrxistin, tên çewisandin û wekî kole tên dîtin divê bi perwerdeyê xwe pêş bixin. Li Şehbayê li ser esasên fikrên Rêber Apo em perwerde dibin û em gelek kêfxweş in."   'Armanca vê perwerdeyê rizgarkirina ji koletiyê ye'   Ferîdeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Armanca dersên Jîneolojiyê û vê perwerdeyê xurtkirina îrade û rizgarkirina ji koletiyê ye. Bi saya perwerdeyê jin derfetê dibîne ku xwe ji zihniyeta baviksalarî jî rizgar bikin. Divê  hemû jin ji bo perwerdeyê bibin seferber."