Îlknur Melengîç: Dixwazin îpotekê bidin ser îradeya gel 2018-10-19 09:18:20   STENBOL - Rêvebera HDP’ê ya Stenbolê Îlknur Melengîç diyar kir ku beriya hilbijartinên herêmî zext zêde bûne û got wê destûr nedin ku jin ji rêveberiyên herêmî vekişin û ev tişt anî ziman: “Hevserokên me yên jin li qadên xwe bi jinan re hatin cem hev. Der barê bajaran de nîqaş kirin. AKP û serokomar ji vê tifaqê tirsiyan.   Partiyên siyasî ji bo hilbijartinên 2019’an yên di meha adarê de pêk tê xwe amade dikin. HDP jî di serî de li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan û Colemêrgê li gelek cihan amadekariyên xwe dikin. Serokomar Tayyîp Erdogan di rojên borî de der barê rêveberiyên herêmî de gotibû ‘kesên têkiliya wan bi terorê heye di sindoqê de derkevin wê qeyûm tayînî cihê wan bê kirin.’   Rêvebera HDP’ê ya Stenbolê Îlknur Melengîç got di hilbijartinên 24’ê hezîran û referandumê de xwestin HDP’ê li derveyî siyasetê bihêlin û ev di rêveberiyên herêmî de jî pêk hatiye. Îlknurê wiha berdewam kir: “Dibêjin ‘hûn hilbijêrin em qeyûm tayîn dikin’ û bi vê jî dibêjin ev şerê rûmetê ye. Em HDP’î dibêjin ku divê tirkiye û gelê Kurd bi şerê rumetê li hilbijartinan binêrin û xwe amade bikin. Em dizanin wê dîsa xîle derkevin.Wê bi taybet li bajarên Kurdan xîleyan bikin. Lê em ê hemûyan vala derxînin.”   ‘Bend hat şikandin’   Îlknurê daxuyakirin ku bi taybet li bajarên Kurd ji 100’î zêdetir şaredarî di destê DBP’ê de ne û got tevî hemû zextan kêmasî jî hebin gel bi feraseta şaredariyê tev digere û wiha dirêjî dayê: “Qeyûm tayîn kirin. Ji ber nelêrêtiyan hinek qeyûm şûnde kişandin. Li hemberî destkeftiyên jinan jî êrîş pêk hatin. Bi KHK’yan bi sedan kes hatin derxistin û sazî hatin girtin. Beriya hilbijartinên herêmî gelek astengî dertên pêş me. Civînên me di bin şopandinê de ne. Bi dehan carî astengiya bendê danîn ber me. Lê tevî her tiştî gelê Tirkiyeyê bend şikand.”   Îlknurê balkişand ser pergala hevserokatiyê û anî ziman ku ev êrîş di heman demê de li hemberî pergala hevserokatiyê ya li şaredariyan dihat bikaranîn bû û ev jî tirsa AKP’ê ya li hemberî tifaqa jinê nîşan dide. Îlknurê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê tu car dest ji destkeftiyên xwe bernedin û têkoşîna xwe her tim bidomînin.