'Dagirker li dijî jiyana wekhev a li Minbicê ye' 2018-10-19 09:04:46   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC - Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Bajarê Minbicê Nezîfa Xilo bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li ser Minbicê û got:"Piştî ku Minbic hat rizgarkirin şûnde li ser esasên wekhevî, azadî û demokrasiyê sîstemek hat avakirin. Lê dagirker li dijî jiyana wekhev a li Minbicê ye. Dewleta tirk a dagirker bi gefên xwe dixwaze demokrasî û wekheviya li Minbicê bi dawî bike."   Piştî ku Hêzên QSD'ê Minbic ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir şûnde li Minbicê jiyanek azad û demokratîk hat avakirin. Gelê Minbicê bi saya QSD'ê ji zilm û hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Lê niha gel bi gefên Tirkiyeyê rû bi rû ne. Têkildarî mijarê de Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Minbicê Nezîfa Xilo diyar kir ku ew li dijî gefên dewleta tirk li berxwe didin û got:"Niha li Minbicê em di nava têkoşîna jiyanek ku siberoja wê azad û ronî be de ne. Lê dewleta tirk bi gefên xwe dixwaze vê hewldanê vala derxe. Em li dijî gefên dewleta tirk her di nava berxwedanekê de ne. Em ê her li dijî zihniyeta dagirkeriyê li berxwe bidin."   'Dewleta tirk ji rewşa Minbicê ya aram aciz e'   Nezîfeyê da zanîn ku Minbic her dibe hedefa dewleta tirk û wiha got:"Ji ber ku li Minbicê niha rewşek ewle û aram heye dewleta tirk ji rewşa Minbicê ya aram aciz e. Dixwaze êrîş bikin û kevirekî li ser kevirekî nehêlin. Lê gelê Minbicê li dijî ziniyeta dagirkeriyê ne. Dewleta tirk naxwaze projeya netewa-demokratîk û wekheviya gelan pêk werin. Lê bila Erdogan baş bizanibe ku ew ê nikaribe bigihêje armanca xwe ya qirêj."   'Dixwazin Minbicê jî wekî Efrînê dagir bikin'   Nezîfeyê bal kişand ser rewşa niha ya li Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk li dijî aramiya gelan şer dike. Çawa ku Efrîn dagir kirin û bi hezaran mirov qetil kirin, malên wan talan kirin û bû sedema koçkirina bi hezaran mirovan dixwazin niha li Minbicê jî heman tişt pêk were. Niha li Efrînê rewş gelek xirab e. Gel her di nava tirsek mezin de dijîn. Her roj mirovan direvînin û malên wan tên talankirin. Her wiha bi taybet jin niha li Efrînê di bin zordestiyek mezin de ne. Piştî ku Minbic hat rizgarkirin şûnde li ser esasên wekhevî, azadî û demokrasiyê sîstemek hat avakirin. Lê dagirker li dijî jiyana wekhev a li Minbicê ye. Dewleta tirk a dagirker bi gefên xwe dixwaze demokrasî û wekheviya li Minbicê bi dawî bibe. Niha li Minbicê em di nava têkoşîna jiyanek ku siberoja wê azad û ronî be de ne. Lê dewleta tirk bi gefên xwe dixwaze vê hewldanê vala derxe. Em li dijî gefên dewleta tirk her di nava berxwedanekê de ne em ê her li dijî zihniyeta dagirkeriyê li berxwe bidin. Em ê nehêlin ku dewleta tirk Minbicê dagir bike." i"