ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-19 09:00:00   *Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di bin sîwana rêzdariya li dijî baweriyên cuda, wekhevî û demokrasiyê jiyanek hat avakirin. Li Dêrika ku girêdayî Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye jî hemû kes bi baweriyên xwe yên cuda dijîn. Dêra Meryem El Edra ya ku Ermenî li wir bi awayekî azad îbadeta xwe dike jî mînaka rêzdariya li dijî baweriyên cuda ye.   *Rêvebira Fabrîkaya Pembo ya Kantona Hesekê Nisrîn Hesen derbarê zeviyên pembo û bandora wan a li ser aboriyê nirxand û got:"Pembo ji ber ku wekî zêrê spî ye gelek fêda wê heye loma bandorek erênî li ser aboriyê dike. Lê divê em qedir û qîmetê bide xebatên derbarê zeviyên pembo de da ku bandorek erênî li ser aboriya me bike."DÎMEN HEYE   *Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Bajarê Minbicê Nezîfa Xilo bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li ser Minbicê û got:"Piştî ku Minbic hat rizgarkirin şûnde li ser esasên wekhevî, azadî û demokrasiyê sîstemek hat avakirin. Lê dagirker li dijî jiyana wekhev a li Minbicê ye. Dewleta tirk a dagirker bi gefên xwe dixwaze demokrasî û wekheviya li Minbicê bi dawî bike." DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurdî ya Beşa Jinê Mejdulîn Zêno diyar kir ku li Kantona Şehbayê ji ber derfetên kêm û kêmasiya dermanan di hundirê mehekê de li kampê gelek nexweşî belav bûne û nêzî 44 zarokî bi nexweşiya zerikê ketine.    *Li Kurdîstanê her ku qeyyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatine kirin û şûnde pêkûtiyên wan naqedin. Qeyûmê tayînî Şaredariya Payizavayê hatiye dikrin diyar kiriye ku wî 30 mîlyon TL ji bo binesaziya navçeyê serf kiriye.  Têkîldarî lêçûna qeyûm a 30 milyon TL Hevseroka Şaredariya Payizavayê Yildiz Çetin a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin nirxandin kir.    *Pispora Rojhilata Navîn Nivîskar Hamîde Yîgît, diyar kir ku mutabakata bi Rusyayê re di mijara Îdlîbê de hatiye kirin wê wek kareset li Tirkiyeyê vegere û got pêvajoyek bi krîz û pirsgirêk wê dest pê bike. Hamîdeyê der barê krîza rahîb Andrew Brunson jî wiha got: “Mijar, ne mijara Brunson an jî daraza Tirkiyeyê ya serbixwe an jî ne serbixwe ye. Ji bilî wê hinek lîstik tên lîstin.”   *Rêvebera HDP’ê ya Stenbolê Îlknur Melengîç diyar kir ku beriya hilbijartinên herêmî zext zêde bûne û got wê destûr nedin ku jin ji rêveberiyên herêmî vekişin û ev tişt anî ziman: “Hevserokên me yên jin li qadên xwe bi jinan re hatin cem hev. Der barê bajaran de nîqaş kirin. AKP û serokomar ji vê tifaqê tirsiyan.DÎMEN HEYE   *Aktîvîst Ozge Yelesel got penaberên jin ên li Tirkiyeyê rastî taciz, tecawiz û di temenê biçûk de zewicandinê tên û jinên li kampan dimînin jî di serî de pirsgirêka paqijiyê, pirsgirêkên pir cidî yê tevlîbûna jiyana civakî dijîn.   *Navenda Çanda Nuda ya li Taxa Xaçort a Wanê ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hatibû vekirin, ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît û di 3 salan de bi hezaran kes perwerde kir. Lê qeyûmê hat ewil navê wê guhert û piştre jî bi giştî bê bandor hişt. Ciwanên li Wanê dijîn jî dixwazin Navenda Çandê ji nû ve bê vekirin.DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kir ku ji ber çalên JES’ê ya li Kizilcakoy tên çêkirin, darên hêjîr, zeytûn û rezê wan hişk dibin û gotin lêçûnên şer yên dewletê çandinî qedand û got ev proje neyê betalkirin wê çalakiya xwe mezin bikin.DÎMEN HEYE   *Mamosteyên dibistana Lîseya Andolu ya Nacî Şen a li taxa kevn a Îzmîrê ye, bertek nîşanî hilweşandina dibistanê dan û got li dijî perwerdeya tevlihev, şer e û got: "Dixwazin civakek ne hişmend ava bikin û ji perwerdeya olî re zemînê ava bikin."DÎMEN HEYE