17'emîn dewreya xweser a tenduristiyê dest pê kir 2018-10-18 15:14:58   Dîlber Mihemed   HESEKÊ - 17'emîn dewreya perwerdeya xweser a tenduristiyê li navenda Arî ya tenduristî ya bajarê Serêkaniyê dest pê kir.   Di 10'ê Cotmehê de Navenda Arî ya bajarê Serêkaniyî ya girêdayî Kantona Hesekê dest bi 17'emîn dewreya perwerdeya xweser a tenduristiyê bi pêşengtiya Weqfa Jina Azad kir. 17 jin ji Kurd û Ereb beşdarî dewreya perwerdeyê bûne. Perwerde dê sê mehan dewam bike. Doxtorên perwerdeyê bidin ji nexweşxaniya Roj a Serêkaniyê ne. jJnên tevlî perwerdeyê bûn nerînên xwe anîn ziman.   Jina bi navê Cûriyê Muhemed a ji pêkhateyê Ereb tevlîbûna xwe ji perwerdeya tendirustî re anî ziman û wiha got ": Ez ji gundê  Em EL-Esafîr im weke ku tê zanî gund ji bajara dû rin û navendê tenduristiyê kêm in. Loma min ev dewreya tenduristiyê weke fersendekê ji xwe re dît. Ez gelek kêfxweş im".   Jina bi navê Hena Îbrahîm derbarê perwerdeyê de wiha axivî": Ev bûye hefteyek ku me dest bi perwedeyê kiriye. Min xwest ez fêr bibim ji bo alîkariyê bi civaka xwe re bikim. Hêviya min ji hemû jinan ew e ku tevlî dewreyan bibin ji ber ku jin bi perwerdeyê civaka xwe di hemû milan de pêş dixe.