Li Hesekê meş hat lidarxistin 2018-10-18 15:04:42   HESEKÊ - Îro bi hezaran jinên Kantona Hesekê bi meşeke girseyî êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin:"Bê dengiya Navnetewî hevkarê dagirkeran e."   Îro bi pêşengiya Kongreya Star jinên Kantona Hesekê ku ji bajarên Serêkaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê û Zirganê pêk tên, bi meşeke girseyî êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û teqez kirin ku dê bi vîn û îradeya jina azad Efrînê rizgar bibe û hemû pilanên dagirkeran dê têk biçin.    Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, jinan alên Kongreya Star, YPJ ê û pankartên " Em bêdengiya navnetewî şermezar dikin" ,"Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyê ya ji terror û dagirkeriya Tirkiyê ye", "Sekna Efrînê yekîtiya bakûrê Sûriyê ava dike"  hat hilgirtin. Jinan bi tilîliyên xwe meş geş kirin. Meş li ber Stadyuma fotbulê veguherî mitîngê.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê, Endama Koordinasyona Bakûrê Sûriyeyê Mûna Yûsif axivî.  Mûna di axaftina xwe de got: " Em ê bi hêz û baweriya xwe ya azad Efrînê ji destên dagirkeran rizgar bikin. Em ê nehêlin ku dagirker bigihêjin meqsedên xwe."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.