Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan 2018-10-18 14:43:54   ENQERE -Li Enqerê, Serokên Şaxên Halkevlerî yên di serdegirtina 16’ê Cotmehê de hatin binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Serokên 4 Şaxên Halkevlerî yên li Enqerê yên di serdegirtina di 16’ê Îlonê de hatin binçavkirin anîn Edliya Enqerê. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Parlamentera CHP’ê ya berê Şenal Sarîhan, Serokê TTB’ê Sînan Adiyaman, gelek kes û malbat ji bo piştgiriya serokên Halkevlerî hatin edliyê.    Seroka  Şaxa Eryaman Şenay Yilmaz Guner, Seroka Şaxa Tûzlûçayir Dîlara Doganbaş, Seroka Şaxa Keçîoren Kiymet Şebnem Yar û Seroka Şaxa Mûtlû Seher Gumuşay bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” piştî îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan hatin girtin, sewqî dozger hatin kirin.    Şenay, Dîlara, Kiymet  û  Mûtlû yên anîn Edliya Enqerê, pirsa wêneyê Mahîr Çayan, Ulaş Bardakçi û Denîz Gezmîş ji wan hatin kirin. Serokên Şaxên Halkevlerî piştî îfade dan dozger, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin. Şandeya Dadgeha Cezayê Sûlhê, bi şertê kontrola edlî Serokên Şaxên Halkevlerî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.