Girtiyên li qawîşa tenişta ya DAÎŞ û FETO'yiyan: Ewlehiya canê me tune ye 2018-10-18 14:10:53   KAYSERÎ - Girtiyên jinên ên siyasî ku li Girtîgeha Jinan a Bunyanê dimînin ku li tenişta qawîşa tê de dimînin girtiyên DAÎŞ'ê û FETO'yî dimînin diyar kirin ku ewlehiya canê wna tune ye.   Hat aşkerakirin ku girtiyên jinên ên siyasî ku li Girtîgeha Jinan a Bunyanê dimînin li tenişta qawîşa tê de dimînin girtiyên DAÎŞ'ê û FETO'yî dimînin. Girtiyên li wan qawîşan dimînin bi riya telefonê malbatên xwe haydar kirin û tişta dijîn vegotin. Girtiyan diyar kir ku ew bi heqaretê re rûbirû dimînin û di hewadariyê de jî ji wan qawîşan şûşeyên pet diavêjin wan. Girtiyan diyar kirin ku di navbera qawîşên irtiyên siyasî de gelek navber heye û ew nikarin ji agahdar bibin û ewlehiya canê wan tune ye.   Girtiyên ku gotin rêveberiya girtîgehê bêdengiya xwe xira nake daxwaza ku heyete ji derve bê li girtîgehê lêkolînê bike xwestin û banga hestiyariyê kirin.