Kîbriye Evren: Rojnameger bêdeng be civak jî wê bêdeng be 2018-10-18 09:16:58   AMED - Rojnameger Kîbriye Evren diyar kir ku ew jî wek hevpîşeyên xwe yên din ji ber faaliyetên pîşeyî girtiye û got rojnameger wijdanê civakê ne û ji ber vê jî hewl tê dayîn ku bên bêdengkirin. Kîbriyeyê daxuyakirin ku ger rojnameger bêdeng bimîne wê civak jî bêdeng bimîne û got wê tu car ji rastiyan tawîzê nedin.   Bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Amedê re di sibeha 9’ê cotmehê de li hemberî rojnameger û siyasetmedaran operasyon pêk hat û piştî vê rojnameger Kîbriye Evren jî hat girtin. Kîbriye ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, got bi operasyonê îradeya jinê hatiye hedefgirtin.   Ferzkirina lêgerîna tazî li malê û emniyetê   Kîbriyeyê got saet di 01.00’an de bi ser mala wê de hatiye girtin û ev tişt vegot: “Ez rabûm ku derî vebikim lê derî hatibû şikandin. Tîmên taybet li ber derî diqêriyan. Berê çekan dan me. Em li erdê dirêj kirin û çek dan serê me. Du heban pêlê pişta me kirin û hundir lêgerîn kirin. Hemû mal serobino kirin. Du kompîturên min, telefon û pirtûkên min desteser kirin. Qaşo şahid, mêrek anîn mala min. Bi ser mala jinan de girtibûn lê şahidek jin neanîbûn. Em rastî lêgerîna tazî hatin. Hemû alavên me yên taybet ligel şahidê mêr hat kirin. Em bi kelepçeya berovajî ji hundir derxistin. Di bin navê kontrola tenduristiyê de em birin nexweşxaneyê. Tevî min bi israr ji doktor re got pêlê pişta me kiriye jî doktor rapora ‘derb tune ye’ da. Pêkanîna doktor ji ya polîsan ne cudatir bû. Piştî lêgerîna tazî ya li malê li emniyetê jî ferzkirina lêgerîna tazî hat kirin. Li Emniyetê min dît nêzî 60 jinî hatine binçavkirin. Ev operasyon li hember îradeya jinê bû.”   ‘Min xwest parastina bi Kurdî bikim li ser vê sewqî girtinê kirin’   Kîbriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di roja 4’emîn a binçavkirinê de sewqî dozgeriyê hatiye kirin û ji ber biryara veşarî li ser dosyayê hebû, parêzeran der barê sûcdariyan de nikaribûn agahî bigirin. Kîbriyeyê wiha berdewam kir: “Tevî min xwest ez parastina bi Kurdî bikim, bêyî îfadeya min bê girtin ez sewqî girtinê kirim. Dadgeriyê di lêpirsînê de, derketina min a derveyî welat ji bo falaiyetên rojnamegeriyê min kiribû sûc dîtibû. Dîsa ji ber min nûçeyên di malperên cuda yên nûçeyan de reetwet kiribû sûc hat hesibandin. Çavkaniyên min yên nûçeyan, wêneyên min bi hevalan re kişandibûn sûc hatin hesibandin. Ev sûcdarî hemû jî di encama îfadeyên 3 şahidên veşarî de, hatine kirin.”   ‘Ji ber faaliyetên rojnamegeriyê girtî me’   Kîbriyeyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê faaliyetên rojnamegeriyê wek berê îro jî pir zehmet in û ev tişt anî ziman: “Ez jî wek hemû hevpîşeyên xwe yên di girtîgehê de, niha girtî me. Desthilatdarî kesên ne li alî xwe terorîst îlan dike û hewl dide bi zorê bêdeng bikin. Bi sedan rojnameger ji ber rastî ji civakê re ragihandin niha di girtîgehan de ne. Ev sûcdarî ne şexsîne, polîtîkaya çewisandin û bêdengkirina civakê ye. Piştî girtinê em bi kelepçeyê anîn girtîgehê. Piştî kar û barê li avahiya girtîgehê jî kelepçe dernexistin.”   Dixwazin ewil rojnamegeran bêdeng bikin   Kîbriyeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek her qadê di vê qadê de jî serdestiya mêr derdikeve pêşberî me. Di encama vê zîhniyetê de, kuştinên jinan, tacîz, tecawiz, kuştinên sewalan, dertên holê, di encama vê zîhniyetê de krîz herî zêde bandorê li ser jinan dike, şer bandorê li ser jinan dike. Dewlet dixwaze em rojnanameger sê meymunan bilîzin. Lê rojnameger wijdanê civakê ye. Em tu car ji rastiyan tavîzê nadin.”