Berxwedan û zextê 93 salan: Lîcê çi bi vê dewletê kir? 2018-10-18 09:09:12   AMED - Dema Licê tê gotin ku gel û navçeyek ku tu car li dijî zilmê serî netewandiye tê hişê mirovan. Ji sala 1925’an heta niha li Licê zext, zilm û îşkence kêm nebûye û ev jî dibe sedema bertekên gundiyan a ‘Licê çi bi vê dewletê kiriye’?   Qedexeya li 65 tax û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê ku di 4’ê cotmehê de hatibû îlankirin di 11’ê cotmehê de hat rakirin. Piştî qedexeyê li taxa Çemê Elîka operasyona leşkerî dest pê kir. Leşkeran bi rojan nobet girtin û nehiştin gundî derkevin derve û nehiştin xwarina xwe peyda bikin, sewalên wan bi rojan birçî man. Li taxê al hatin daliqandin.    ‘Ji ber şûnde gav nayê avêtin komkujî tên kirin’   Ne di salên dawî de ji sala 1925’an heta niha Licê rastî zexta dewletê tê. Gelê Licê wiha dibêje: “Ji ber em Kurd in ev rewa tê dîtin. Lê em Kurd in. Ma kes dikare ji Tirkan re bêje hûn ne Tirk in? Bawer bikin ev neheqî li wan bihata kirin wan qebûl nedikir. Em Kurd in, em înkar nakin. Em xwedî li têkoşîn û zimanê xwe dedikevin. Ji ber em şûnde gav navêjin em rastî zext û komkujiyan hatin.”   Gundiyan her wiha gotin ‘ma hewce dike em vebêjin, jixwe her tişt li holê ye’ û gotin ew bi salane rastî îşkenceyan tên. Her wiha leşkeran bi hinceta ceyrana kaçax tê bikaranîn ceyrana gundiyan birîn. Gundê ku serjimara wan di mehên havînê de pir zêde dibe di zivistanê de serjimar pir kêm dibe û malên ku tên valakirin jî ji aliyê leşkeran ve tên bikaranîn û xwarinên di malan de jî tên desteserkirin.”    Heyeta HDP’ê ya xwest li gundê Çemê Elîka tiştên hatine jiyîn lêkolîn bikin rastî astengiya leşkeran hatin. Her wiha hat hînbûn ku leşkeran gotine ‘Em ê gundên Çemê Elîka û Şenlîk bînin ser rê. Em ê wan bînin rê, em ê Licê jî bigirin dest.”   Bi alan dagir kirin   Li aliyê din jî alên di têketina gund û kahweyan hatine daliqandin jî balê dikşînin û wek serkeftin bi dest xistine nîşan didin. Hat hînbun ku leşkeran ji gundiyan re gotin e ‘Em bi zanebûn alan dialiqînin. Em wisa dikin ku terorîst bibînin û ne rehet bibin’.   ‘Licê çi bi vê dewletê kir’   Li Speynî helîkopteran qadên nêzî gund bombebaran kirin û nehiştin sewal derkevin mêrgan. Gundiyan diyar kir ku leşker bi hinceta ku ‘hûn terorîstan vedişêrin’ bi wan re diçin axuran û tên. Gundiyekî din jî da zanîn ku rewşa wan ne baş e û got sewalên wan li hundir mane û nahêlin ew çêlekên xwe jî bînin û got: “Ma ev mirovahî ye. Licê çi bi vê dewletê kir?”