Jina ku xwendin û nivîsandinê nizane 16 sal e Rojev Mexmûr arşiv dike 2018-10-18 09:06:05   Hîlal Rizgar-Xubet Tallî   MEXMÛR - Li Warhega Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dayika bi navê Mîran Cindi ku xwendin û nivîsandina wê tune ye ev 16  sal e ku  arşiva rojnameya Rojev Mexmûr li gel xwe kom dike û  bi heskirinek mezin qala rojnameya Rojev Mexmûr dike.   Lİ Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di sala 1998'an de hatiye avakirin, Gelê Wargeha Mexmûr ku ji Bakûrê Kurdistanê ji ber zilm û zordariya dewleta  tirk a ku bi tehdîdan, cerdevantî li ser gel dida ferzkirin dest ji gund û warên xwe berdan û lê bi cih bûne. Welatiyên bakurê Kurdistanê ku nava salên dûr û dirêj de bi gelek zorî û zehmetiyan re rû bi rû mane, di nava van şert û mercên xirab ên jiyanê de, penaberî  jî li ser zêde bûye. Dayîka Mîran a 80 salî jî, yek ji wan dayikên ku para xwe ji wan zorî û zehmetiyên ku di şertên herî xirb yên penaberiyê de hatî kişandin e.   Dijmin ne gihîşt armanca xwe    Dijminên dagirker û hov ku ji yekîtiya kurdan ditirsiyan ji bo ku ji hev parçe bikin ew neçarî penaberiyê kirin. Armanca dewletên dagirker ew bû ku Gelê Kurd bi penaberiyê radest bigre û terbiye bike. Lê mixa bin ev armanca wan nehat cih, dibe ku em ji cihê xwe derketibin lê me ti caran cih û warên xwe ji bîr nekirine. Belkî me nikaribû  gund, bax û baxçeyên xwe li gel xwe bîaniya lê me wijdan, doz, berxwedan û hêviyên xwe li gel xwe anîn û me hîn mezintir jî kirin. Bi guhertina her warekî re me dijminê xwe hîn baştir nas kir û em têgihîştin ku kî dost û kî dijmin e. Lê di vê serdema penaberiyê de me gelek bedelên giran jî dane.    Dayika Mîran jî yek ji van penaberê ku  di sala 2008 an de hatiye Wargeha Şehid Rustem Cûdi (Maxmûrê) bi cih bûye ye. Di wargehê de Dayika Mîran yek ji wan dayîkên ku nivîsandin û xwendina wê tune ye. Lê Dayika Mîran her çiqas xwendin û nivîsandina wê nine jî, her hefte rojnameya ku li wargehê tê belavkirin  wekî her malekê ku bizanibe rojnameyê bixwîne Rojeva Mexmûrê  digre. Dema ku belavkarên Rojnameya Rojev Mexmûr rojnameyan dibin ber deriyê wê, ew bi rûkenî û zimanekî xweş belavkaran pêşwazî dike. rojnameya Rojev Mexmûr a ku ji 2003'an ve tê belavkirin, dayika Miran ji yek ji wan e kû her sal bê ku azciz bibe rojnameya  Rojev Mexmûrê digre û hertim li gel xwe arşîv dike.   'Wêneyên Rêberti û Şehîdan Hêzê didin min'   Dayika Miran dema ku qala rojnameya Rojev Mexmûrê dike di çavên wê de heskirinek ya ku li hemberî girtina rojnameya Rojeva Mexmûrê heyi hêjayi ditinê ye. Dayika Miran di axafitna xwe de wiha dibêje: " Sedema girtina min a Rojnemeya Rojev Mexmûr, ew e ku wêneyên şehîdan ,wêneyên Rêbertî ne.  Ev wêne gelek bala min dikişînin. Girtina Rojnama Rojev Mexmûrê ji bo min keyifxweşiya heri mezin e ,her çend ku ez nizanibim bixwînin û binivîsim jî ez  her hefte bi hêviyek mezin  li benda Rojnama Rojev Mexmûr diminim. Xwedi derketina kedê tişta heri piroz e.  hêvidar im ku her mirovek xwedi li keda piroz, Rojnameya Rojev Mexmûr derkeve.