'Dê dagirker negihêjin armanca xwe' 2018-10-18 09:03:51   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew ê her li dijî dagirkeriyê û binpêkirina mafên mirovan bisekinin û gotin:"Em ê serî netewînin û dagirker dê negihêjin armanca xwe."   Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne tevî şerdên zor ên penaberiyê dîsa jî tînin ziman ku wan hêviya xwe winda nekiriye û dibêjin:"Kesên ku li ser gelê Kurd lîstikên qirêj dilîzin ew ê hesabê vê yekê bidin û ew ê negihêjin armanca xwe."   'Em her bi xeyalê ku em ê vegerin Efrînê dijîn'   Jina bi navê Gulîzar Arêf Silêmen diyar kir ku ew her dem di nava têkoşînek mezin de ne û wiha got:"Jiyana me ya li Efrînê bi aramî derbas dibû, em li ser mal û milkên xwe bûn, lê piştî dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin ev aramî nema, bi sedan zarok û jin hatin qetilkirin. Bi darê zorê me ji ser axa me koçber kirin û çete bi cih kirin. Efrîna ku siberoj û dîroka me bû li ber çavên me û zarokên me bûye dîmeneke bi êş. Em her bi xeyalê ku em ê vegerin Efrînê dijîn. Zarokên me jî her dem pirsa 'Em ê kengî vegerin Efrînê dikin'. Em ê bi zarokên xwe re dîsa vegerin Efrînê. Em niha li Kantona Şehbayê di nav hemû zor û zehmetiyan de dijîn, lê tevî hemû zehmetiyan jî, ji ber ku em dixwazin bi rûmeta xwe bijîn em berxwedana xwe dewam dikin. Her wiha ji bo ku ez debara jiyana xwe jî bikim min erebeyeke bi çûk kirî û ez li ser tiştan difiroşim. Em hêviya xwe winda nakin û li dijî dagirkeran û xwînxwaran bejna xwe natewînin. Em di heman demê de jî bêdengiya Rêxistinên Mafên Mirovan jî şermezar dikin."   'Em jî li dijî vê hovîtiya wan têkoşîna xwe didomînin'   Ji aliyê din ve jî jina bi navê Şoreş Kelo ya ji Navçeya Bilbilê axivî û wiha got: "Em heta roja ku çete gihand Efrînê em li Navçeyê Bilbilê man, me li Efrînê berxwedanek bê hempa da nîşan dan. Dewleta tirk û çeteyên wê ji bo îradeya me bişkîne her hovîtiyê dikin. Em jî li dijî vê hovîtiya wan têkoşîna xwe didomînin. Em li dijî hovîtî û nîjadperestiya wan wekheviyê û demokrasiyê diparêzin."   'Dê dagirker bi kiryarên xwe yên qirêj têk biçin'   Jina bi navê Emîne Muhemed jî wiha got:"Ji ber jiyana li Efrînê bi rêxistinkirî bû hemû pêkhate bi hev re li ser esasê Netewa Demokratîk dijiyan dewleta tirk a dagirker ev yek tehemmul nekir û êrîş kir. Di destpêkê de em li Helebê dijiyan, lê piştî ku şer li Helebê dest pê kir me berê xwe da Efrînê. Li Efrînê jiyan bi aramî derbas dibû hemû pêwîstiyên me pêk dihatin, lê ji ber ku Erdogan tehemul nekir bi hemû teknîkên xwe êrîşî Efrînê kir û malên Efrîniyan talan kir, em dîsa mecbûr man ku koç bikin. Lê teqez ew ê aştî bi ser bikeve û dê dagirker bi kiryarên xwe yên qirêj têk biçin."    'Em ê vegerin ser axa xwe'    Herî dawî Nisrîn Hemdî jî  axivî û wiha got: "Çawa ku me 58 rojî  li ber xwe da em ê li Kantona Şehbayê jî berxwedana xwe dewam bikin, em hêza xwe ji Şehîd û dîroka xwe digrin. Dewleta tirk a dagirker nikare îradeya me bişkîne û baweriya me bi şervanên me heye ku wê Efrînê rizgar bikin û em ê vegerin  ser axa xwe. Em ê serî netewînin û dagirker dê negihêjin armanca xwe. Kesên ku li ser gelê Kurd lîstikên qirêj dilîzin ew ê hesabê vê yekê bidin û ew ê negihêjin armanca xwe."