Têkoşîna jiyanê ya li dijî astengdariyê 2018-10-18 09:02:41   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Zaroka 15 salî û bi navê Xufiran Îbrahîm e û ji Gundê Eyn El-Ebd ê Til Temirê ye li dijî astengdariyê, bi alîkariya dayika xwe têdikoşe. Dayika Xufiranê, Şêxa Taha banga hestiyariyê kir û got ku pêdiviya wan bi piştevaniyê heye.     Zaroka 15 salî û bi navê Xufiran Îbrahîm ku ji Gundê Eyn El-Ebd ê Til Temirê ye ji herdu ling, dest û zimanê xwe astengdar e. Xufiranê bi saya alîkariya dayika xwe Şêxa Taha li ser piya dimîne û pêdiviyên xwe pêde dike. Şêxayê derbarê astengdariya keça xwe de diyar kir ku ew gelek zehmetiyan dikşîne û got ku pêdiviya wan ji alîkariyê heye.   'Xufuranê dema ku nikare bilîze gelek xemgîn dibe'   Şêxayê diyar kir ku ji bo keça wê baş bibe wê gelek hewl daye lê baş nebûye û wiha got:"Dema ku Xufuranê dibîne ku zarok futbolê yan jî lîstikên wekî din dilîze û ew nikare bilîze gelek xemgîn dibe. Dema tiştekî dixwe û vedixwe gelek tengezariyê dikişîne. Ez alîkariya wê dikim. Lê dîsa jî mirov dema ku li rûyê wê yê biken dinêre dilê mirov şad dibe. Di heman demê de gelek hestiyar e. Dema ku xwişk an jî birayê wê nexweş dikevin gelek xemgîn dibe û digirî. Tevî hemû zehmetiyan ez li keça xwe dinêrim û ez gelek jê hez dikim."   Banga alîkariyê   Şêxayê herî dawî banga alîkariyê kir û got:"Ez bang li hemû aliyên hestiyar dikim ku dengê me bibihîsin û alîkariya me bikin. Tevî hemû zehmetiyan em li dijî astengdariyê têkoşîna jiyanê didin. Em hêvî dikin ku kesên hestiyar alîkariyê bide têkoşîna me ya jiyanê."