Kongreya Star derbarê komkujiyên jinan daxuyanî da 2018-10-17 13:22:19   QAMIŞLO - Kongreya Star a Kantona Qamişloyê daxuyaniyek di derbarê  qetilkirina 4 jinan a di vê mehê de da.   Kongreya Star bi hevkariya sazî û Rêxistinên jinan yên Kantona Qamişloyê daxuyaniyek li pêşiya navenda Kongreya Star a Navenda Cizîrê ya Taxa Xerbî ji bo raya giştî ragihand, di derbarê her çar jinên ku di vê hemê de hatin qetil kirin got ji bo qirkirina li ser jinan ji holê rabe ew ê her di nava xebat û çalakiyan de be.   Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:   "Tevî hemû têkoşîn û hewildana jinan mêr dîsa jî jinan qetik dikin. Lê divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Di bin navê toreya civakê û olê de jin tê qetilkirin. Her wiha jin weke kesê duyem tê hesibandin. Mêr wekî milkê xwe li jinê dinêre û dixwaze jinê bê hêz bihêle. Berê jin bi saxî dihat binaxkirin, piştre hat recimkirin û niha jî tê qetilkirin û mafê wê yê jiyanê ji dest tê girtin.   'Em ê her li berxwe bidin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê hemû jin bibin yek û wiha hat gotin:"Em zihniyeta desthilatdar a ku nasnameya jinê inkar dike û hêza xwe ji qetilkirina jinê digire şermezar dikin. Doza mafê jinê divê ku bi rengekî baş were destgirtin û encam bê girtin. Hejmara qetilkirina jinan pir bûye û li ser nayê sekinandin, di vê meha borî de zêdeyî 4 jin hatin qetilkirin. Em weke tevgera jinan zihniyeta tecawizkirin, tûndî û qetilkirinê qebûl nakin. Bi nêzbûna roja  şermezarkirina tundiya li ser jinê ya ku dikeve roja 25'ê mijdarê em êrîş û tundiya li ser jinan şermezar dikin. Em dîsa jî dibêjin ji tundiya li ser jinê û qetilkirina wê re, na."   Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Jin jiyane jiyanê nekûjin" bi dawî bû.