Li Qibrisê bersûcê êrîşa zayendî hat binçavkirin 2018-10-17 12:03:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bendê ye ku îro bersûcê êrîşa zayendî yê li dijî zaroka xwe êrîş pêk anî û li ser giliyê wê hat binçavkirin derxînin pêşberî dadger.    Zaroka ku li bajarê Lefkoşa yê Kibrisê ji aliyê bavê xwe ve bi êrîşa zayendî a sîtematîk re rûbirû ma çû li emniyetê gilî kir. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat kirin hat diyarkirin ku zarok ji aliyê bavê xwe ve bi tecawizê re rûbirû maye. Hat diyarkirin ku mêrê tecawizkar piştî rapora nexweşxaneyê hatiye binçavkirin.   Li bendê ye ku îro bersûc derxînin dadgehê. Ji aliyekî din ve jî hat ragihandin ku Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ya Kibrisê jî derbarê mijarê de bikeve dewrê