Doza kesên êrîşî cenazeyê Hatûn tugluk kirin sibe ye 2018-10-17 11:39:51   ENQERE - Doza kesên êrîşî cenazeyê Hatun Tugluk ku dayika  Alîgira Hevserokên HDP'ê ya berê Aysel Tugluk e kirin ew ê sibe bê dîtin.    Daneşîna 7'emîn a Doza kesên ku ji ber di 14'ê Îlona 2017'an de êrîşî merasîma cenazeyê Hatun Tugluk a dayika alîgira Hevserokên HDP'ê ya berê Aysel Tulgluke kirin ku jê tên darizandin wê sibe bê dîtin. Doza ku 19 kesên êrîşî cenaze kirin jê tên darizandin li Dadgeha 2'emîn a Cezayê Giran ya Aslî a Golbaşiyê wê bê dîtin.    'TRT'ê axaftinên hatin qeydkirin aşkera nekirin'   Daneşîna Doza ku di 2'yê Adara 2018'an de hat dîtin de dadgehê xwestibû ku TRT axaftinên êrîşkanaran ên di dema êrîşê de hatin kirin ku qeydên wan ên vîdeoyê hene aşkera bike. Lê di bersiva ku ji aliyê TRT'ê ve hat dayîn de wiha hat gotin "Ji ber kesê vî karî bike tune ye ew nikarin van axafitnan  ji qeydan bigirin." Di daneşîna doza ku ew ê sibe bê dîtin de li bendê ye ku kesên tevli merasîma cenaze bûn û bûn şahidên axaftinên nijadperest jî bên guhdarkirin.   Di îdanameyê de ji bo bersûc Murat Alp, Cemîl Ozdemîr û Bariş Şîmşek ên ku girtî tên darizandin ji ber ku sûcê "Pêkanîna civînan û xwepêşandan li dar xistine û tevli bxûne" û "Li dijî azadiya  bawerî û fikiran derketine" 10 sla cezayê girtîgehê tê xwestin.