Li Rojanmegera ku li dijî neheqiyê sekinî gef hat xwarin 2018-10-17 11:39:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojnameger Neşe Îdil a ku bertek nîşanî êrîşên li ser Amedsporê da gef hat xwarin. Bi mirinê gef lê da xwarin.    Di maça Sakaryaspor-Amedspor de êrîş li futbolvanên Amedsporê hat kirin. Piştî maçê strana derbeya 12'ê Îlonê bi li gelê ku çûbûn maçê hat guhdarkirin. Ji ber ku Rojnameger Neşe Îdil li dijî vê neheqiyê sekinî gef lê hat xwarin. Neşeyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha bertek nîşan dabû:" Guhdarkirina strana sembola îşkence ya derbeya 12'ê Îlonê, nefretek çawa ye? Hûn kî ne?"   Murat Bakir ê ku Twitterê bi kar tîne bi mirinê gef li Neşeyê da xwarin. Murat hesabê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu jî li şîroveyê zêde kir û wiha got:" Wezîrê min çav li yê wekî vê ya venekin. Yan na çi hewce bike em ê bikin."