Koçberên Efrînê li hemberî top û tanqan li berxwe didin 2018-10-17 10:04:07   Lîlav Elî   ŞEHBA - Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi top û tanqan êrîşî Gundê Um Hoşê yê Şehbayê kirin. Têkildarî bûyerê de koçberên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku têkoşîna wan a li dijî tanq û topên dewleta tirk û komên girêdayî wê dê bidome.    Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yê li ser Şehbayê didome. Koçberên Efrînê yên li Gundê Um Hoşê yê Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew bi êrîşên tanq û topan ên dewleta tirk û komên girêdayî wî rû bi rû mane û gotin ku ew bejna xwe li dijî dagirkeran tu carî natewînin.    'Em dev ji axa xwe bernadin'   Jina bi navê Leyla Horo ya ji Efrînê û li Şehbayê bi cih bûye got:"Ew çiqas top û guleyan li ser me bibarînin jî em dev ji axa xwe bernadin. Em ê her li axa xwe xwedî derkevin. Berxwedan dê her dirûşmeya me be. Li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê em ê bi îradeyek xurt têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta tirk a dagirker ji bo gel bitirsin êrîşî gundê Um Hoşê dikin niha. Em ji Şehbayê dernakevin. Ew çi dikin bila bikin."   'Îradeya me ji top û tanqên dewleta tirk bi hêztir e'    Zelox Betal Yusif diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe bidomînin û got:"Erdogan dîn û har bûye. Ji bo tirsê di dilê me de bide avakirin êrîş dike lê em natirsin û axa xwe terk nakin. Îradeya me ji top û tanqên dewleta tirk bi hêztir e. Em serî li ber çeteyên dewleta tirk natewînin. Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî jî bêdengiya xwe didomîne ev şermeke mezin e. Divê demildest dawî li vê bêdengiyê bê."   'Em gundê xwe ji dagirkeran re nahêlin'   Enîse Mele Muhemed wiha got:"Dewleta tirk Efrîn dagir û talan kir. Erdogan çi dixwaze? Berê êrîşî Efrînê kirin niha êrîşî Şehbayê dikin û dixwazin gelê li vir jî qetil bikin. Bi sedan gule li ser Gundê me yê Um Hoşê de barandin da ku em gundê xwe terk bikin. Lê bila baş bê zanîn ku em gundê xwe ji dagirkeran re nahêlin."   'Em ê Efrînê jî rizgar bikin'   Di heman demê de Fatmê Cimo ya ji Gundê Um Hoş ya Kantona Şehbayê jî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê şermezar kir û wiha got:"Em êrîş û tundiya dewleta tirk tu carî qebûl nakin û her li dijî vê yekê bisekinin. Ew dixwazin îradeya me bişkîne lê hewldanên wan dê vala derkeve. Em tu caran axa xwe ji Erdogan re bernadin em ê li berxwe bidin û Efrînê jî rizgar bikin."   'Ev ax axa me ye'   Rawî Abdulah jî wiha got:"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê her tim êrîş Şehbayê dikin, ji ber ku hemû pêkhate bi hev re di nava wekhevî û demokrasiyê de dijîn tehemula dewleta tirk ji vê yekê re tune ye. Ew dixwazin gel ji hev dûr bixin. Ew çiqas êrîşî me bikin jî ew ê nikaribin axa me ji destên me bigirin. Ev ax axa me ye.