'Bi rihê têkoşîna Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin' 2018-10-17 09:02:19   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şebayê bi cih bûne diyar kirin ku ji bo ew vegerin Efrînê ew ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin û gotin:"Bi rihê têkoşîna Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin."   Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şebayê bi cih bûne bi lêv kirin ku neheqiya ku li wan hatiye kirin ew tu carî qebûl nakin û gotin:"Çi dibe bila bibe em ê tevî hemû zehmetiyan li ber xwe bidin, serî netewîn. Ji bo kêfa neyaran li me nê em ê her serî hildin."   Jina bi navê Nisrîn Ferîd Ebdo axivî û wiha got:"Em wek jinên Efrînê her di nava berxwedan û têkoşînê de ne. Dagirker û mêtingeriya ku niha li Efrînê tê kirin binpêkirina mafên mirovan e û ev yek li dijî tevgera mirovatiyê ye. Em ê her li dijî vê bêrêzdariyê li berxwe bidin."   'Em ê dev ji têkoşîna ji bo Efrîna xwe bernedin'   Jina bi navê Fîdan Heyder got:"Em ê dev ji têkoşîna ji bo Efrîna xwe bernedin. Bi rihê Avesta, Barîn û Arînan em ê Efrînê rizgar bikin. Em ê Efrînê ji neyarên xwînxwar nehêlin. Em ê li dijî dewleta tirk a dagirker heta dawiyê têbikoşin. Ev êrîş û dagirkeriya niha li Efrînê dibe di heman demê de êrîşa li dijî aliyên demokratîk e. Divê hemû aliyên demokratîk li dijî dagirkeriya li ser Efrînê derkevin."   'Bi rihê têkoşîna Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin'   Her wiha Xalîde Cemîl Reşo jî diyar kir ku Efrîn ne ya dagirkeran e û got:"Em ê tu carî Efrîna xwe ji dewleta tirk a dagirker re nehêlin. Kesên ku Efrîn dagir kirin bila baş bizanibin ku ew ê hesabê vê yekê bidin. Bi rihê têkoşîna Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin. Çi dibe bila bibe em ê tevî hemû zehmetiyan li ber xwe bidin, serî netewîn. Ji bo kêfa neyaran li me nê em ê her serî hildin."