'Heta tecrîd bidome aştî pêk nayê' 2018-10-17 09:01:16   Lîlav Elî   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li navçeya Tel Rifetê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha gotin:"Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya azad riya azadî û demokrasiyê vekir. Heta tecrîd bidome aştî pêk nayê."   Jinên Efrînê yên ku li navçeya Tel Rifetê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha gotin:"Ji bo azadiya Rêber Apo em ê bi şev û bi roj li kolanan bin û li ber xwe bidin. Yên ku naxwazin aştî pêk were li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê me bêdeng dimînin."   Muhemed Îbo ya ji Navçeya Bilbilê ye axivî û wiha got:" Ji ber ku li Efrînê demokrasî pêş ketibû, dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê bi hemû teknîkên xwe yê şer êrîşî Efrînê kirin û em bi dara zorê li ser axa me koçber kirin û ji aliyê din ve tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dike. Bi dîlgirtina Rêber Apo û dagirkirina ku li  Efrînê didome dixwazin îradeya  gelê kurd bişkîne û tune bike, lê belê heta ku em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bin tu carî û tu hêz nikare îradeya me bişkîne. Em ê heta dawiyê bi daxwaza azadiya Rêber Apo bang bikin ji ber ku Rêber Apo pêşengê jiyana azad a tevahî jinan û gelan e."   'Ji bo azadiya Rêber Apo em ê canê xwe feda bikin'   Jina  bi navê Emîne Reşo jî tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:"Ev 20 sal in Dewleta Tirk a dagirker Rêber Apo dîl girtiye û tecrîda li ser giran dikin, ji ber ku Rêber Apo riya demokrasiyê vekir û ji bo azadiya gelê xwe tekoşîn kir Dewletên Navnetewî yên ku dixwazin desthilatdariya xweya li ser gelan bidin meşandin bi komployekê Rêber Apo girtin. Em ê tu carî girtina Rêber Apo û tecrîda ku li ser tê meşandin qebûl nekin. Hem Rêber Apo digirin hem jî Efrînê dagir dikin û bi vî awayî dixwazin rola desthilatdariyê li ser gelê kurd bidin meşandin, lê heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê şopdarên riya Rêber Apo bin û ji bo azadiya Rêber Apo em ê canê xwe feda bikin."   'Heta tecrîd bidome aştî pêk nayê'   Jina bi navê Nezîre Hesen jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got:" Dewletên Navnetewî yên ku destê wan di girtina Rêber Apo de heye ger ku demokrasî biparastan wê Rêber Apo ji zîndana Îmraliyê azad bikiran lê ji ber ku ew dewletên ku destê wan di girtina Rêber Apo de heye naxwazin fikir û felsefeya Rêber Apo di nav civakan de belav bibe û hemû civak bi rihê wekheviya gelan bi hev re bijîn heta niha bê dengiya wan dewam dike. Kesên ku demokrasiyê diparêzin divê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya azad riya azadî û demokrasiyê vekir. Heta tecrîd bidome aştî pêk nayê. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê bi şev û bi roj li kolanan bin û li ber xwe bidin. Yên ku naxwazin aştî pêk were li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê me bêdeng dimînin."