'Em ê hemû lîstikên qirêj vala derxin' 2018-10-16 17:41:44   GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê ji bo naskirina rewşa siyasî û geşedanên herî dawiyê yên ku li herêmê diqewime civîn hat li darxistin.   Li Navçeya Girkêlegê li navenda Aram Tîkran ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk ve (PYD) ve ji bo nirxandina rewşa siyasî û ji  gel re parve bikin civînek hat çêkirin. Civîn bi beşdarbûna bi dehan ji gelê navçeyê û endamên saziyan pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtin Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şahoz Hesen rewşa siyasî ji beşdarvanan re  nirxand.     Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk  Şahoz Hesen wiha rewşa siyasî nirxand:" Li himber gelê kurd û tekoşîna gelê kurd lihevkirin û planên qirêj hene. Bi taybet li ser Rêberê me siyasetek qirêj dimeşe. Ji ber ku Rêber Apo aştî û azadiya gelan dixwaze û li dijî lîstikên qirêj derdive ev jî nayê hesabê dagirkeran û ew dîl girtine. Lê em ê heta dawî ji bo azadî û aştiyê têbikoşin. Em ê hemû lîstikên qirêj vala derxin."   Civîn bi piris û bersivan bi dawî bû.