3'emîn dewreya perwerdeyê ya Ş.Şîlan bi dawî bû 2018-10-16 15:22:28   KOBANÊ - 3'emîn dewreya perwerdeyê ya Şehîd Şîlan bi şahiyekê bi dawî bû.   Di 15'ê Îlonê de Akademiya Şehîd Şîlan a Kobanê dest bi 3'emîn dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Amara kiribû.30 jinên Herêma Firatê beşdarî dewreya perwerdeyê bûbûn. Bi beşdarbûna Endamên Kongereya Starê, Asayişa Jinê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê dewreya perwerdeyê dest pê kiribû.    Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Ayşa Nasir axivî û got: "Rêber Apo dibêje jina azad serkeftina herî mezin ya Kurdistanê ye, ji bo vê jî divê jin xwe perwerde bikin, pêş bixin û xwe azad bikin."    Her wiha Sara Dîbo, Fadîle Ebdî û Edle Silêman helbest xwendin. Piştre jî şanoya mijara Kapîtalîzmê hat pêşkêş kirin, herî dawî jî beşdarvanên perwerdeyê govend gerandin.   Şahî bi xwarina şêranî û fêkiyan bi dawî bû.