ÎHD: Bila KHK’ya jimara 695’an bê betalkirin 2018-10-16 14:22:18   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê pêkanîna cilên yek reng protesto kir û xwest ku KHK'ya jimara 695’an a pêkanîna cilên yek reng bê betalkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî pêkanîna cilên yek reng a dixwazin li girtîgehan bixin meriyete li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û pêkanînê şermezar kir. Li salona daxuyaniyê pankarta “Cilên yek reng îşkence ye” hat daliqand.    Endamê Komîsyona Girtîgehan Mehmet Acettîn daxuyanî da û bang li rayedaran kir û xwest Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a jimara 695’an bê betalkirin û got: “Sedemê wê çi dibe bila bibe ev pêkanîn li dijî mafê mirovan e. Hinceta vê pêkanînê nayê qebûlkirin. Ev cilên yek reng li dijî hiqûqa dewletê ye. Rûmeta mirovan binpê dike. Kes bênasname dike. Bi serê xwe îşkenceyek giran e. Ev mînaka şênber a muameleya li dijî girtiyan e. Di şexsê girtiyan de dixwazin civakê bikin yek reng. Ji bo KHK’ya jimara 695’an bê betalkirin divê dengek xurt derkeve. Em li vir carek din bang dikin KHK’ya jimara 695’an betal bikin.”    Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû