Partiya Çep a Demokratîk serdana Kongreya Star kir 2018-10-16 11:11:22   HESEKÊ - Baskê Jinan a Partiya Çep a Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê serdana Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star kirin.   Bi armanca têkiliyeke hîn xurtir û têkoşînek demdirêj bi armanca azadkirina jinê ji koledariya hezaran salan were meşandin, Jinên Partiya Çep a Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê serdana Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Star li Navçeya Til Temirê kirin.    Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê Rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Şemsa Şêxmûs axivî.   Şemsayê di destpêka axaftina xwe wiha got :"Dema ku jin li hev kom dibin hêzê ji hev digirin. Em dixwazin ku em hîn zêdetir têkiliyên xwe geş bikin da ku em bikaribin tevahî jinan perwerde bikin û ji zilmê rizgar bikin. Çimkî têkilî hêz û îradeyê ava dike."    Şemsayê wiha dewam kir:"Divê ku jin di her her kêliyê de di nav têkoşînê de be da ku xwe azad bike. Ji ber ku bi hezar salane ji aliyê zihniyeta baviksalarî dîl hatine girtin."    Her wiha Rêveberiya Têkiliyên Diplomasî Ebla Dawê jî bal kişand ser felsefeya Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe rê li ber azadiya jinê vedike û jin jî  xwe wiha rizgar dike. Riya azadiyê û têkoşînê ya li hemberê feraseta sîstema desthilatdar dimeşîne. Divê jina ku azad dibe û dixebite û li Çiyayê Kurdistanê şer dike bibe mînaka herî mezin ji me re. Ji ber ku  mîrasek 40 sal a berxwedan  û têkoşînê heye."   Eblayê di dawiyê de got  ku wê Baskê Jinan di Partiya Çep a Kurdên li Sûriyeyê karibin ji jinên riya azadiya jinê nîşan bidin  û heta niha xwe negihandine wan bibin hêviya jinên bindest."   Di heman demê de Endama Partiyê Milkiya Hesen axivî û got:"Divê îro jin yekîtiya xwe ava bike, avakirina yekîtiyê ronîkirina pêşerojê ye, lewra divê ku her kes ji bo azadiya jin û civakê têkoşe."   Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekemîn e li hev dicivin bi hêviya di pêşerojê de bibin hêviya jinan ev kar tê kirin.