Li Denizliyê ji ber derketina agir jinekê jiyana xwe ji dest da 2018-10-16 10:47:54   DENIZLÎ - Li Navçeya Pamukkaleyê agir derket û 3 sal bûn xwelî. Hat diyarkirin ku Elif Arslan a tenê dijiya ji ber agirê ku derket jiyana xwe ji dest da.    Li Navçeya Pamukkaleyê ya Denizliyê ji ber sedemek ne diyar saet di 23.00 de agir bi mala Elif Arslan(86) ket û ev agir bi 2 malên dinê jî ket. Ekîbên agirkujiyê piştî hewldana saetekê şûnde agir vemirand.    Piştî ku agir hat vemirandin şûnde hat diyarkirin ku Elif Arslan jiyana xwe ji dest daye.