Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Li dijî feraseta ol a mêr divê jin têbikoşin 2018-10-16 09:08:37   RIHA-Hevberdevka Meclîsa Jinan a DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku li dijî feraseta olî ya desthilatdar û mêr divê jin gavên mezin mezin bavêjin û got: “Birêz Ocalan yek ji kesên ku riya Kongreya îslamî ya Demokratîk û heqîqetê vekiriye ye. Em dikarin jin û mêran ji feraseta serdest ya mêr û ol ya jinan dike kole û cuda dibîne, rizgar bikin û azad bikin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan name şand Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) ya di 10’ê Gulana 2014’an de li Amedê civiya û balkişand ser yekitiya netewa umeta Îslamî û wiha gotibû: “Ez di wê baweriyê de me ku tevgera azadiyê ya hun temsîl dikin,li dijî her cureyê netewperesstî, olpersetî, zayendperestî û desthilatdariya baviksalarî ya kapîtalîst , wê bibe cihê herî azad û demokrasiya radîkal. Ez ‘yekitiya netewa’ umeta îslamî ya hevdem bi wate dibînim. Lê ev teqez nayê wteya ‘yek dewlet, yek netew, yek al’. Berovajî vê di ayeta têkildar de yekitiya netewayan tê îfadekirin.Ez hêvî û baweriya xwe ya ji bo ku wê kongreya we berpirsyariya xwe bîne cih, tînim ziman.”   ‘Divê saltanata feraseta ol û mêr bidawî be’   Hevberdevka DÎK’ê û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya da zanîn ku Abdullah Ocalan bi perspektîfa xwe piştgirî daye wan û got li hemû welatên ku civakên misliman hene, feraseta oldar ya dehstilatdarî û yekparêz serdest e. Hudayê wiha berdewam kir: “Bi wefata Hz. Muhammed re feraseta olî ya desthilatdarî û serdest ya mêr derketiye holê û bi vê re jî feraseta ol ya sivîl ketiye bin kontrola serdestan. Hem li welatên din yên îslamî û hem jî li Tirkiyeyê pisgirêk ji têkiliya desthilatdarî û civakê dertên holê. Em dikarin jin û mriovan ji vê feraseta serdest ya mêr û olî xilas bikin û azad bikin. em bi lêpirsînkirina vê dikarin xwe bigihînin nokteya hevdîtinê ya bi heqîqetê re.”   ‘Şoreşek zîhniyetê hewceye’   Hudayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ‘Birêz Ocalan yek ji kesên ku riya heqîqet û Kongreya Îslamî ya Demokratîk vekiriye’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta ku di şexsê Kongreya Îslamî ya Demokratîk de li ser sekiniye, fêmkirina heqîqetê ye. Di vê mijarê de hewcedarî bi şoreşa zîniyetê heye. DÎK divê din av xwe de hevkarbûnekê derxîne holê.”   Hudayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wan wek Meclîsa Jinan a DÎK’ê biryara komxebatekê girtine lê hîna pêk neanîne û wiha dawî lê anî: “Yek ji mijarên ku vîzyonê bi DÎK’ê dide qezenckirin mijara jinê ye. Em dixwazin ji Kurdistanê bi kes û derdorên jinan re komxebatekê pêk bînin. Lê me hîna pêk neaniye. Yek ji kêmasiyên me jî ev e. Divê em pêngavên cidî bavêjin.”