Li Girtîgeha Burhaniyeyê leşkeran jinên girtî tehdît kirin 2018-10-15 16:33:34   ÎZMÎR - Jina bi navê Fîgen Şahîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê dimîne, hat diyarkirin ku ji aliyê leşekran ve hatiye tehdîtkirin û jê re hatiye gotin "Em ê bi ser we de gule bireşînin."   Fîgen Şahîn a ku li Girîgeha Tîpa T ya Burhaniyeya Balikesîrê dimîne tiştên li girtîehê tînin serê wan bi riya malata xwe bi raya giştî re parve kir.  Eta Fîgenê Nurgul Turhal, diyar kir ku gitî her dem tên tehdît kirin û dema dibin nexweşxaneyê jî bi heqeretê re rûbirû dimînin.   'Em ê bi ser we de gule bibarînin'   Nurgul anî ziman ku xuşka wê dema ji bo diranê wê birina nexweşxaneyê bi heqaretê re rûbirû hatiye hiştin û agahiyên ku ji xwişka xwe girtin wiha rêz kirin: "Leşerên ku em birin nexweşxaneyê me tehdtî kirin.  Me çêr û tehdîtên wan ji fermandarê wan re gotin, lê wan jî tiştek negot. Piştî ku lekeran dît fermandar tiştekî nabêje vê carê zextên xwe zêde kirin.  Leşkeran ji me re got, 'Em ê bi ser we de gule bibarînin û hûn ê di destê me de bimînin. Hûn kurd vê heq dikin. Heta divê em leşkerên kurd ên li Girtîgeha Burhaniyeyê jî bikujin.'  Em 4 saetan bi van heqaretan re rûbrû man û heta ku em hatin qaqîşê jî tehdîtên wan berdewam kirin."   Wê malabt serî li ÎHD'ê bide   Nurgul diyar kir ku ew ê li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin û got ku ewê derbarê bûyerê de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin .Nûrgul wiha berdewam kir: "Em vê bêrûmetiyê qebûl nakirin. Ji xwe dest û piyên girtiyan girêdayî ne û di nava çar dîwaran de ne. Em van pêkanînên dijmirovî qebûl nakirin êdî bes e."   Sewka ji girtîgehê aîdê cendirmeyan e   Rayedarên Girtîgeha Burhaniyeyê ku Ajansa Mezopotamyayê bi telefonê li wan geriya jî wiha gotin: "Ger nerazîbûneke gitiyan heye bila serî li dozgeriyê bidin. Sewk aîdê Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan e. Tu eleqeya me pê tune ye."