Mêrê ku Şîlanê qetil kir 2 sal şûnde hat girtin 2018-10-15 11:26:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hannoverê di 13'ê Adara 2016'an de Sefin Numan Pisso ji ber ku Şilan Pisso nexwest bi wî re bizewice, ew qetil kir û 2 sal şûnde li Sefin li Duhokê hat girtin.   Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê di 13'ê Adara 2016'an de Şilan Pisso (21) ji ber ku nexwest bi Sefin Numan Pisso (24) re bizewice ji aliyê Sefin ve hat qetilkirin. Sefin 2 sal şûnde li Duhoka Başûrê Kurdistanê hat girtin. Hat diyarkirin ku Serfin ji bo neyê naskirin rûyê xwe estetîk kiriye.    Her wiha hat diyarkirin ku Sefin Numan Pisso sal û nîv e ku li Duhokê ye û ji ber ku rûyê xwe estetîk kiriye nehatiye naskirin. Hat hînbûn ku hîn ne diyar e Sefin dê îadeyî Almanyayê bibe yan na.